Bahçelî: Bila Ocalan Were li Komcivîna DEM Partî Banga Qedandina Terorê Bike

Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de ser prosesa aştîyê ya pêkan axifî.

Bahçelî, ku wek rêberekî netewperwerîya Tirk jî tê nas kirin, got ku ew bang li Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan dike ku li komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) banga qedandina terorê bike.

‘’Bila bêje dawî li terorê û rêxistinê hatiye. Ger vê helwestê nîşan bide jibo karanîna mafê hêvîyê jî bila rêk û derîyên qanûnî vebin.’’

Wî got ku ew dixwaze adres ji Girtîgeha Îmraliyê heta DEM Partîyê dirêj bibe.

Ocalan ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye û DEM Partî li parlamana Tirkîyê wek partîyeke pro-Kurd tê dîtin.

Bahçelî got ku ew dixwazin ku kêşeyên birayên wan yên Kurd çareser bikin û dîyar kir ku kêşeya Tirkîyê ne Kurd in, lê rêxistina terorê ye.

Serokê MHP’ê dîyar kir ku çalakîyên çekdarî yên PKK’ê bi ser nakevin û got ku qebûlkirina hin daxwazên wan ne têkçûna Tirkîyê ye.

Wî got ku niha jibo pêşveçûna Tirkîyê ya baş çêbûna hin reformên demokratîk e.

Bahçelî di dewra nû ya parlamana Tirkîyê de dest dabû parlamanterên DEM Partî û bi vê gavê re rê li ber nîqaşên nû ya prosesa nû ya aştîyê vebûbû.

Jêder: X