Bahçelî: Divê Îmrali û DEM Partî Bê ku Dereng Bimînin Rûbirû Biaxifin

Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî banga xwe ya jibo Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dubare kir.

Bahçelî îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de got ku ew li bendê ne ku Îmrali - Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ye - û koma Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bê ku dereng bimînin rûbirû danûstandinê bikin.

‘’Ez berevanîya wê gotina xwe dikim ku min 22’yê Cotmehê de kiribû. Em li bendê ne ku hevdîtina rûbirû ya Îmrali û kom DEM Partî demûdest çêbe û em banga xwe bi biryar dubare dikin.’’

Bahçelî meha borî bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga sekinandina PKK’ê bike ku wê gotinê di rojeva Tirkîyê de deng vedabû.

Di axaftina îro Sêşemê de, Bahçelî got ku karanîna çekan ne ti rêk e û dîyar kir ku armanca wan sîyaseta hembêzkar e.

Parlamanterê DEM Partî Omer Ocalan, ku birazîyê Abdullah Ocalan e, meha borî piştî banga Bahçelî ragihandibû ku ew bi serokê PKK’ê re axifîye.

Ocalan bi bîr xistibû ku berî hevdîtina wî herî dawî di 3’yê Adara 2020’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbûye.

Wî dîyar kiribû ku Ocalan gotiye ku tecrît didome û gotiye ger şert çêbin ew dikare peyvajoyê ji pevçûn û tundîyê bibe ser zemîna hiqûqî û sîyasî.

Jêder: NTV, VOA