Bahreynê Balyozê Xwe yê li Îsraîlê Vekişand

Bahreynê, ku di demeke nêz de peywendîya xwe bi Îsraîlê anîbû asteke normal, jiber êrîşên li Gaza balyozê xwe yê li wî welatî paşve kişand.

Civata Nûneran ya parlamana Bahreynê ragihand ku balyozê Îsraîlê jî li welêt derketiye.

Li gor ragihandina Civata Nûneran peywendîyên aborî yên Bahreyn û Îsraîlê jî sekinîne.

Çar dewletên Ereb di sala 2020’an de bi Îsraîlê re peymanên dîrokî îmza kiribûn û ji êrîşên 7’ê Cotmehê vir ve cara yekê ye ku ji wan dewletan yek biryareke wiha da.

Peywendîyên Bahreyn û Îsraîlê bi peymanên ku Amerîka jî piştgirî dabû pêş ketibûn û jibo kêmkirina pevçûnên Ereb û Îsraîlîyan wek gaveke girîng dihat dîtin.

Li cîhana Erebî, li dewletên ku bi Îsraîlê re peyman îmza kirine jî di nav de, protestoyên girseyî jibo piştgirîya Filîstînyan didomin û rêveburîyên wan dewletan di bin givaştina wan xwenîşandan in.

Jêder: Reuters, VOA