Rêberê Opozisyona Sûrî Behra Dibêje Tevî Astengîyan, Hevdîtina Erdogan û Esad Pêkan E

Serokê opozisyona Sûrîyê li derve Hadî El Behra îro Çarşemê got ku hîn demeke dirêj hewce ye ku banga Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya danûstandinên bi hevtayê xwe yê Sûrî, Beşar Esad re pêk werin.

Serokê Hevbendîya Netewî ya Şoreşa Sûrî û Hêzên Opozisyonê, Behra got ku hevdîtineke Erdogan û Esed pêkan e, lê Enqere bi tevahî fem dike ku Şam niha nikare daxwazên wê bi cîh bîne.

Wî got ku armanca Erdogan ew e ku peyama lihevkirinê bişîne herêmekê ku bûye qada şer û alozîyan.

“Tirkîye bi zelalî dibîne ku kanînên rejîma Esad sînordarkirî ne. Ew dizane ku danûstandinên her du alîyan wê demeke dirêj bigire, lê ew helwestekê ava dike û peyamên zelal ji cîhanê re, ji welatên Ereb re û ji rejîmê re dişîne,” Behra ji Reutersê re got.

Behra seroktîya opozisyona Sûrî dike ku ji alîyê civata navnetewî ve tê nasîn û danûstandinên rastrerast bi Neteweyên Yekbûyî re dike û Artêşa Netewî ya Sûrîyê ya dijî Esad di bin xwe de dicivîne.

Daxuyanîya hişyardar ya Behra di vê demê de tê ku Erdogan roja Şemîyê banga xwe ya dawî ji Esad re dubare kiribû û gotibû ku Tirkîye li benda bersîveke ji cîrana xwe yê başûrî ye.

Enqere, ku demeke dirêj piştgirîya serhildayên dijî desthilata Esad dike, hewilên xwe yên jibo danûstandinên rasterast zêde kirine û armanc dike ku tixubê xwe bi Sûrîyê re ewle bike ku pirtir ji sê mîlyon penaberên Sûrî vegerîne malên xwe.

Rûsya, Îran û Îraq jî dixwazin ku Erdogan û Esad hevdîtinên rasterast bikin, lê Serokê Sûrî meha borî gotibû ku ev hewil heta niha ti encamên zelal dernexistîye.

Tevî ku Esad dixwaze leşkerên Tirkîyê ji Sûrîyê vekişin, wî gotibû ew daxwaz jibo danûstandinan ne şertekî bingehîn e. Şam jibo vekişînê demeke dîyarkirî dixwaze, lê Enqere dixwaze ku fikarên wê yên ser ewlekarîya wê ya netewî çareser bin.

Erdogan di şîroveyên xwe yên roja Şemîyê de gotibû ku bi bawerîya wî hevdîtina bi Esad re dikane bibe destpêka serdemeke nû ya peywendîyan bi mîlyonan Sûrîyên derbider li benda vegera welatê xwe ne.

Hêjayî balkişandinê ye ku pirtir ji 3 mîlyon Sûrîyên ku jiber şer revîne li Tirkîyê dijîn, lê ew di demên dawîyê de bûne armanca tundî û nîjadprestîyê û mijara Sûrîyan di hilbijartinên sala borî de bûbû babeteke girîng û partîyên mezin soza vegerandina Sûrîyan ya malê dabû.

Jêder: Reuters