Bahoza Dijwar ya Tîrojên Rojê Dikare Internêta Cîhanê Qut Bike?

Ajansa Fezayê ya Amerîkî (NASA) hişyarî da ku bahozên tavê yên dijwar dikarin bi hefteyan înterneta cîhanê jikar bêxe.

Ji êvara Înê vir ve, bahoza rojê ya "bilind" li ser rûyê erdê ye, ku yekem car ji sala 2003'an vir ve ye, tîrêjên wê yên polar(Qutbî) esmanê gelek welatên cîhanê ronî kirine, lê di heman demê de fikaran li ser bandora wê ya ser torên elektronîk û sîstema ragihandinê heye.

Ev bahoz ji tiştê ku bi navê "lûtkeya teqînê" di çerxa rojê de tê zanîn, rewşek ku her 11 salan carekê pêk tê, dema ku roj vediguhere weke topek enerjiya teqîner ku teqînên mezin yên enerjiyê ber bi Cîhanê ve berdide.

John Dahl, ji Navenda Pêşbînkirina Avûhewayê ya NASA ya Amerîkî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku tiştê ku diqewime "teqîna pirtên enerjîk û qadên magnetîkî yên ji rojê ye."


Li gorî ajansê, tê pêşbînîkirin ku bahoz heta dawiya hefteyê berdewam bike, û zêdetir ji van gaz û tîrojan werin dîtin.

Bûyera herî dawî ya wan bahozan ku gihîşt asta pêncan di Cotmeha 2003'an de bû, û wekî ku ji hêla AFP ve hatî ragihandin ku navê "bahozên Halloween" jê re hat gotin.

Ji aliyê din, milyarderê Amerîkî Elon Musk, ku xwediyê kompaniya "Starlink"ê ye, ji bo xizmetguzariyên înternetê yên satelaytê, ku nêzîkî 5 hezar ji wan di fezayek nizm de kar dikin, di postek li ser platforma xwe ya "X"ê de piştrast kir ku ev satelayt "di bin zexteke mezin de ne, lê ew heta niha li ber xwe didin."

Jêder: AFP/NASA