Bahçelî Çima Got Parlamanterên HEDEP’ê bi Kurdî Nizanin?

Daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî li Tirkiyê

Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî do Sêşemê di civîna gruba meclîsê de parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) rexne kir ku bi zimanê Kurdî nizanin.

“Hemî netewperwerên Tirk Tirkî dizanin, lê yên ku li meclîsê di bin fermana PKK’ê de ne, gelo çend ji wan Kurdî dizanin? Ger ez rastîyan bibêjim ewê nikaribin li meclîsê, li kolanên Enqerê û Amedê bigerin.”

Ev gotinên Bahçelî di nav sîyasetê de gelek bal kişandin. Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan jî di koma meclîsê ya HEDEP’ê de bi Kurdî bersîva wî da.

“Em Kurd in, em ji Kurdistanê hatine, welatê me, zimanê me, çanda me benzemişî we nakin. Em mîna we nînin. Gerek hun vîya qebûl bikin. Hun dibêjin emê bi zordarîyê we asîmîle bikin û emê we gişkan bikin Tirk. Em gelê Tirk re tiştek nabêjin lê va gotinên we jî tam dupeduz faşîzm e. Em hemberî vê faşîzmê disekinin.”

Nezanina zimanê Kurdî di nav partîyên Kurdan de, bi taybet jî di nav HEDEP’ê de wek nakokîyeke mezin xwe nîşan daye.

Nezanîna Kurdî di nava gel de jî tê rexne kirin jiber ku hevserokên HDP, YSP û HEDEP’ê di warê dîyarkirina nêrînan de xwe bi Kurdî îfade nakin û tenê bi awayekî sembolîk yan silavdayînê çend peyîvên Kurdî hatine kirin.

Partîya Çep ya Kesk (YSK) di hilbijartinên 14ê Gulanê de 61 parlamanter şandibûn parlamanê ku çend kes ji wan bi Kurdî dizanin.

Lê parlamanterê HEDEP’ê yê Îdirê Yilmaz Hun ji Dengê Amerîka re got ku hemî parlamanteran Kurd bi zimanê Kurdî dizanin, lê yên ku ne Kurd in Kurdî nizanin.

“Bahçelî berî her tiştî bi van gotinên xwe paradîgmaya me ya netewa demokratîk û komara demokratîk armanc digire. Di nav me de gelek netew hene; Tirk, Ereb, Ecem. Yên ku Kurd in tevahîya wan Kurdî dizanin, lê yên ku ne Kurdin, Kurdî nizanin.”

Rojnamevan Mehmet dibêje ku divê HEDEP hember gotinên Bahçelî bersîveke sîyasî bide.

“Bahçelî mirovekî nîjadperest û faşîst e. Nêrîna wî çiqas girîng e ew tiştekî din e. Lê, em dizanin ku Bahçelî di nav hikûmet û dewletê pir karîger e. Divê HEDEP gotinîn Bahçelî yên ser nezanîna Kurdî bi cidî bigire. Heke kesek an jî rêxistinek li ser navê Kurdan sîyaset bike û Kurdî nizanibe şermeke mezin e. Bahçelî rast got yan jî ne rast got heke tiştekî wiha heye pêwîst e HEDEP li ser bifikire.”

Sanri herwiha dibêje ku divê HEDEP îdiayên Bahçelî paşhun neke.

“Bahçelî di derheqa rêvebir û parlamanteran de dibêje ku ger em tiştên ku dizanin bêjin, ewê nikaribin derkevin kolanên Amedê. Ev tohmeteke gelek mezin e û divê HEDEP’ tiştekî wiha paşguh neke û bersîveke sîyasî bide vê tohmetê û bêje di destê te de çi heye nebêjî, tu nemerd î.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_01_11_2023_Bahceli_Kurdi_HEDEP