Li Tirkîyê Nîqaşên Ser Axaftina Devlet Bahçelî ya bi Tuncer Bakirhan re Didomin

Di vekirina sala nû ya qanûndanînê ya Meclîsa Tirkîyê de bûyereke balkêş pêk hat.

Hevserokê Giştî yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û hin parlementerên DEM Partî li nav meclîsê de rûnîştî bûn. Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî di dema çûyînê de ber bi kursîyên DEM Partî zivirî, berê xwe da wan û destê Tuncer Bakirhan girt.

Lê, di vê silavkirinê de gotinên Bahçelî pir bal kişandin ku gotibû “Dema ku em li cîhanê aştîyê dixwazin, divê em aştîyê li welatê xwe jî pêk bînin.”

Ev gotinên Bahçelî di nav çapemenîya Tirkîyê de deng veda û gelek pirs jî derxistin holê ku ew di siyaseta Tirkîyê de wek xaleke girîng hate şîrove kirin.

Bahçelî di her axaftinên xwe de DEM Partî û hemî partîyên Kurdan wek rêxistinên terorê bi nav dikirin û dijîtîya herî mezin li hemberî wan nîşan dida.

Bakirhan, wek bersîva pirsên ser wê bûyerê bersîveke wiha da:

“Heta niha zemîna muzakere û dîyalogê tunebû. Ev yek ji erkên serekî yên parlamentoyê ye. Gel ji me re dibêje li parlementoyê li ser mijarên bingehîn yên Tirkîyê biaxifin û çareserîyan bibînin.”

Parlementerê DEM Partî Yilmaz Hun helwesta Bahçelî û axaftina Bakirhan ji Dengê Amerîka re nirxand:

“Jibo aştî û çareserîya pirsgirêka Kurd pêdivî bi aştî û dîyalogê heye. Di dîroka tevgera me de heta niha jî me digot çareserkirina pirsgirêkan, bi taybet jî pirsgirêka Kurd, bi dîyalog û xurtkirina têkilîyan bi ser dikeve. Ev rewş dibe ku balkêş be, lê pêdivîya me hemûyan bi vê yekê heye. Birêz Tuncer Bakirhan jî di axaftina xwe de ev girîngî dîyar kir.”

Lê, Bahçelî jiber çi ew gav avêt û axaftineke wiha kir?

Di nav qulîsên Enqere û Tirkîyê de hin kes vê yekê jibo alîkarîya makezagona nû şîrove dikin. Lê, pirtir kersên din jî sedema wê yekê bi qewimandinên li Rojhilata Navîn ve girêdidin û wek givaştinên ser Tirkîyê ve dibînin.

Karbidestên Tirk jî pir caran dibêjin ku Amerîka û Îsraîl dixwazin Kurdan ji Tirkîye, Îran, Îraq û Sûrîyê parçe bikin û Kurdistaneke serbixwe damezirînîn.

Hinek şîrovekar jî dibêjin ku jiber wê sedemê Bahçelî dixwaze dilê Kurdan xweş bike û yekîtîya Tirkîyê biparêze.

Zanyarê sîyasî Berk Esen dibêje ku krîz û bandora herêmê li ser Tirkîye heye û dibe ku Bahçelî weke taktîk wiha gotibe, lê dibe ku bi stratejîkî dîsa vegere polîtîkayên xwe yên berê.

“Ger artêşa Îsraîlê têkeve başûrê Lubnanê û şerekî herêmî destpê bike, dibe ku Tifaqa Gel jibo ku di vê pêvajoyê de bandorên neyînî yên Tirkîyê kêm bike, nîqaşeke nermtir bipejirîne. Lê, dibe ku piştî çend mehan vegerin ser axaftina xwe ya berê. Loma jî ez di vir de nîşanên guhertineke mezin ya polîtîkayê nabînim.”

Zanyarê sîyasetê Suat Ozçelebî jî dibêje ku mriv dikare silavkirina Bahçelî û Bakirhan di vekirina sala qanûndanînê de wek rêzgirtinê bibîne.

“Lê, helwesta Bahçelî wek nîşana rêyeke nû ya aştîyê hate şîrove kirin, mixabîn ez hêvî nakim ku helwesta Bahçelî guherî be. MHP di pirsgirêka Kurd de xwedî xeta herî tund e û girtina HDP’ê diparêze. Ev gav jibo danûstandinên makezagona nû dikare bibe peyamek, lê jibo guhertineke radîkal gavên berçavtir hewce ne,” Ozçelebî got.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_10_04_2024_DEMParti