Baerbock Ser Mafên Kurdên Sûrîyê Careke Din Tirkîyê Hişyar Dike

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock jibo Kurdên Sûrîyê hişyarîyên ser Tirkîyê didomîne.

Baerbock îro Çarşemê li parlamanê dîyar kir ku divê mafên Kurdên li bakurê Sûrîyê werin parastin.

Wê dîyar kir ku ewê roja Înê serdana Tirkîyê bike û ewê li wir bi awayekî eşkere ji karbidestên Tirk re bêje ku divê berevanîya mafê Kurdan were kirin.

Wezîra Alman do Sêşemê jî ji X’ê gotibû ku Kurdan dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşîneke wêrek kiriye û dîyar kiribû ku Kobanê jî sembola wê yekê ye.

Baerbock dabû zanîn ku ew naxwazin ku li Sûrîyê zêdetir xwîn were rijandin.

Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye û pêşengîya wan hêzan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike.

Enqere, YPG’ê wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û dibêje rêxistineke terorê ye.

HSD’ê îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku Tirkîye û komên bi piştgirîya wê êrîşan dibin ser başûrê Kobanê.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku tevî hewildanên Amerîka yên ser aramkirina herêmê jî Tirkîye û komên bi piştgirîya wê êrîşan didomînin.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku droneke Tirkîyê êrîş biriye ser cîhazên radyoya Kobanê FM’ê.

Ajansa nûçeyan ya Hawarê (ANHA) ragihand ku di êrîşê de hemî alavên îstasyona Kobanê FM’ê şewitîne.

Jêder: AFP, X, Ajansa Welat, ANHA