Kuleba Dibêje Ukrayna ji YE 300 Hezar Fîşek Wergirtine

Annalena Baerbock, Kuleba û Stoltenberg

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro Çarşemê li Brukselê got ku Yekîtîya Ewrupa (YE) 300,000 fîşek dane Kîevê.

Kuleba berî civîna NATO dîyar kir ku YE soza şandina yek mîlyon fîşek û gule dabû û ji wan 300,000 giheştine destê Kîevê.

“Jibo ku em hêzên Rûsî têk bibin, divê kelûpelên berevanîyê yên Ukrayna û NATO zêdetir bişibin hevdu. Divê em qada hevbeş ya berevanîya Ewrupa-Atlantîk çêkin û wisa emê ewlekarîya Ukrayna û NATO ji berê xurttir bibin,” Kuleba ji rojnamevanan re got.

Kîev di demên dawî de hewil dide ku çêkerên çekan li Ukrayna karên xwe bimeşînin ku armanca vê zêdekirina cureyên çekan ku hevbend didin wê.

Kuleba dîyar kir ku wî bi Wezîrê Derve yê Slovakya Juraj Blanar re civîneke kêrhatî li dar xistiye.

Serokomarê Slovakya yê nû hilbijartî Robert Fico soz dabû ku ewê alîkarîya leşkerî ya jibo Ukrayna bisekinîne, lê piştre gotibû kompanîyên taybet dikarin çekan bifiroşin wî welatî.

Wezîrê Ukraynî got ku peymanên kompanîyên Ukrayna û Slovakya wê bidome û navenda tamîrkirinê ya jibo kelûpelên giran yên Ukraynî wê karên xwe ranewestîne.

Jêder: Reuters