Doza Girtiyên Badînan di Navbera Dadgehan û Desthilata PDK'ê de

Girawani Badinan

Rêxistina Amnesty International li roja Pêncşemê 24 Tebaxa 2023'an nameyek arasteyî Dr. Dîndar Zêbarî, Kordînatorê Pêşnîyarên Navnetewî li Herêma Kurdistanê kir û jê xwest demûdest Guhdar Zêbarî û Şêrwan Şêrwanî serbest berdin.

Nameya Amnesty dibêje, ‘‘di gel nêzîkbûna rojên azadkirina wan dozgeriyê ew bi tawanên sexte yên din tawanbar kir da kû wan li pişt hesinên zîndanan bihêlin.

Li ser asta navxweya herêma Kurdistanê jî daxwaza azadkirina Şêrwanî û Zêbarî ji aliyê jimareke rojnamevan û çalakvanên bajarê Helebce di xwepêşandaneke roja Duşemê de nîşanaeke ku doseya girtiyên Badînan doseyek zindî ye û bi biryarên dadgehan nehatiye daxistin.

Hevdem ew daxwaz xem û nîgeraniya wan çalakvanan dîyar dike li hember egera berdewamî û dubarebûna van rengên praktîkên desthilatdarên Herêma Kurdistanê ye ji bo girtin û cezakirina rojnamevan û çalakvanên xwedî bîr û bawerîyên cûda. Rojekê berî wê çalakîya Helebceyê, Destey Bergirî le Azadî li bajarê Silêmaniyê heman daxwaz kiribû piştî veguhestina Zêbarî jibo asayîşa Hewlêrê rojekê berî cezayê zindanê yê cara duwem li ser wî bi dawî bê.

Ev pêşhat wê pirsyarê diafirînin: gelo dawî bi doseya girtiyên Badînan hatiye? Daxuyaniya rojnamevan û çalakvanên Helebce ku li pêş dadgehê hat xwendin dibêje ku cezayên nû li ser Şêrwanî û Zêbarî ‘‘nûtirîn zincîreya xirab bikarînana yasayê ye li dijî rojnamevan û çalakvanan ku bi awayekî destêwerdana siyasî di vê dozê de diyar e bi armanca dirêjkirina dema girtina wan.’’

Wan xwepêşanderan daxwaz ji Dadgeha Pêdaçûnê kir ku vê maytêkirina siyasî serrast bike jibo ku ‘‘bêbaweriya xelkê bi dadgehan kûrtir nebe û navê Kurdistanê di civaka navneteweyî de kirêttir nebe’’ ji ber destêwerdana siyasî di sîstema dadweryê de.

Li Cotmeha 2020’an bêtir ji 80 rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl li devera Badînan bi tawana sîxuriyê û têkdana asayîşa giştî hatin girtin û cezayê zindanê li wan hat birîn. Piştî nêzîkî 3 salan, piraniya wan hatin azadkirin piştî ku bi fermana serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî cezayên wan hatin sivikkirin. Lê piştî derbazbûn dema cezayên zindnankirinê, dozên nû li dijî Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî hatin vekirin û demên zindankirina wan hatin dirêjkirin. Ji bilî van herdu rojnamevanan, Qareman Şûkrî Zeyindîn ku neket ber bi fermana serokê Herêmê ya sivikkirina cezayê zindanê û Mela Nezîr Berwarî, hîn girtî ne.

Ji destpêka girtina van kesan li Badînanê, parêzer û piştevanên wan ew yek wekî doseyeke siyasî dan zanîn. Ew dibêjin, ew mijarek partîtî û siyasî bû û dadgehên Hewlêrê cezayên zindanê ji wan re vebirîn li gora madeya 1 ya yasaya jimare 21 ya ser dema rejîma berê ya Îraqê ku li çi dadgehên Îraqê kar pê nayê kirin, li Herêma Kurdistanê nebe.

Niha jî li gor zanyarîyên parêzer û kesên agahdar, doza duwem ‘‘sikala Tezwîrê’’ ya li dijî Şêrwanî berî ku dema zîndankirina wî bi dawî be û were azadkirin, ne dozeke qanûnî bû jiber

kesên peywendîdar doz li dijî wî tomar nekiribû û zirara kiryarên wî ji kesî re nebû, lê belê wan mafê îmzayan dabû hevdû.

'Doza çekî li dijî Guhdar Zêbarî tinaze ye'

Piştî Guhdar Zêbarî ku 22'ê Cotmeha 2020'an hat girtin û bi wê yasaya kevn ya Îraqê 6 salên cezayê zindanê bi tawana têkdana asayîşa navxwe li ser hat danîn, û ber bi fermana Serokê Herêmê ya sivikkriina cezayî ketî, du dozên din li ser hatin tomar kirin. Berî li 16'ê Adara 2023'an dema zindankirina wî bi dawî be, cezayê heft mehên din yên zindankirinê lê hate birîn bi tawana ‘‘guhertina logoya Otomobîlê.’’ Parêzerê wî Remezan Etrîsî dibêje ‘‘ew doz bi cezayê diravî li Rêvebiriya Çûn û Hatinê hat vebirîn.’’

Şêrwan Şêrwanî (çep) û Guhdar Zêbarî (rast)

Rojekê berî ew 7 mehên zîndankirinê jî bi dawî bên û li şûna ku li 16'ê Tebaxa 2023'an were azadkirin, Zêbarî jibo Asayîşa Giştî ya Hewlêrê hat veguhestin. Asayîşa Giştî doza ‘‘hilgirtina çekê bê molet’’ li ser tomar kir. Piştî heftiyek lêpirsînan, Asayîşa Giştî ew doz ji qonaxa vekolînê rakir Dadgeha Ketinê ya Hewlêrê.

Parêzerê Zêbarî dibêje, divîyabû berî ku biryara yekem ya zindankirnê li ser wî were danîn li 16ê Sibata 2021ê, dadgeha vekolînê 3 dozên dijî wî, jihev cuda kiribana. Ertîsî got, ‘‘eger durist yasa heba, yasa serwer ba, yasayê cihê xwe girtiba, diviyabû dadwerê vekolînê berî 3 salan ew 3 doz jihev cuda kiribana.’’

Roja ku Zêbarî hate girtin, cifteyek nêçîrê (Tapir) di mala xwişka wî de hat desteser kirin.
Mohemmed Emîn, bavê Guhdar Zêbarî ji Dengê Amerîka re got ku ‘‘kesekî ji wan hêzên Guhdar girtî ew cifte danîye di nav otombêla Guhdarî de’’.

Ew Cifte – Tapir ya berî 50 salan e, ser dema Îngilîzan, ne ya şer e û ne mirovkûj e û wek entîke tê hejmartin. Mohemmed Emîn got, ‘‘bikaranîna wê cifteyê ku li dadgehkirina pêşîn dadwerî red kirî, tometeke bê wate ye. Xwedê qebûl nake wê bibin dadgehê û pîlaneke nû durist bikin da hukmekî din li ser deyînin. Ev ne karê mirovan e.’’

Di peyameke dengî de jibo Dengê Amerîka, Beşdar Hesen, parêzerê girtiyên Badînan got, ‘‘Ew kar dikin jibo diyarkirina roja dadgehkirinê li dadgeha tawanan û hêvî dikin ku Zêbarî dê bi yasaya 15 ya çekê were ceza kirin ku dê cezayê diravî be.’’

Lê Ertîsî dibêje, ew wê tometê red dike û ‘‘divê ev doz li ser wî were hilanîn,

Beşdar Hesen, Parêzvan

çûnkî sistî di biryara Dawakariya Giştî de heye û cîbicîkirina yasayê cihê xwe nagire, eger na, diviyabû berî 3 salan ev doz hatiba vekirin.’’ Ji ber van egeran Etrîsî dibêje, ‘‘doza girtiyên Badînan bi dumahî nehatiye.’’

Dozeke siyasî ye yan dadgeh li jêr desthilata PDK’ê ye?

Doza girtiyên Badînan bi girtina jimareke xwepêşanderan destpê kir ku daxwaza xizmetên giştî li bajarê Duhokê dikirin. Piştre jî girtina jimareke rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl ji aliyê hêzên taybet yên Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û asayîşa Herêmê ve li Duhokê ku ew jî

di jêr desthilata PDKê de ne, bi tawanên sîxurî û têkdana asayîşa navxwe. Lê rexnegir dibêjin ew bi mebesta astengkirina azadiyan û tepeserkirina bîr û bawerên cuda yên siyasî bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev doz xistiye çarçoveya yasayan û karbidestên PDKê dibêjin ew ne pirsa wan e.

Alî Awnî, endamê Komîteya Navendî ya PDKê li Duhokê dibêje, ‘’Partî ne terefek e di vê dozê de. Ne me şikayet kirîye û ne ev qeziye bi navê me ye … tometan nexin stûyê me, stûyê Partî… Ev pirseke girêdayî hikûmetê ye û wezîfeya hikûmetê emniyeta welatî ye. Helbet hikûmet dê wan bikişîne dadgehan… Dadgeh ne li jêr desthilata Partî ne.’’

Lê Ayhan Seîd, ku fermana girtina wî jî hatiye dan ji aliyê Rêvebiriya Siyasî ya Asayîşa Giştî ve bi tawana peywendiyê bi konsulxaneyên Amerîka û Almanyaê re û niha li cihekî ne diyar e, ji Dengê Amerîka re got ku ‘‘pêkhatê kabîneya 9ê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî, ku çend endamên wê berpirsên berê yên hêzên ewlekarî û leşkerî bûn, sedema wan girtinan bûn.’’

Niyaz Abdullah, xwediya Xelata Azadiya Rojnamegiriyê ya Navneteweyî, bawer

Niyaz Abdullah

dike ku ev dose bi dawî nehatiye jiber ku ‘‘serokê Hikûmeta Herêmê, Partiya Demokrata Kurdistanê û Encûmena Asayişê berdewam in li ser cezakirin û tolesatndinê hember zindaniyên Badînan. Ev dose dê were daxistin dema Mesrûr Barzanî dawîyê bi tolestanadinan bîne. Ev dose bûye nîşanek reş bi rûyê kabîneya 9ê ve.’’

Nedadwerî di girtin û dadgehkirinan de hember sivkirina cezayan

Li dema ku hinek alîyan digot ku her ji destpêka girtina wan rojnamevan û çalakvanan ve, nakokî di nav rayedarên PDKê de hebûn, lê Xazî Sabir Dizeyî, serokê Fermangeha Karûbarên Yasayî li Serokatiya Herêma Kurdistanê got, ‘‘Girifta yasayî di navbera serokatiya Herêmê û serokatiya Encûmena Wezîran de nebû. Li cem me ew ne doseyeke sîyasî bû. Doseyek bû desthilata dadweriyê biryara xwe ya dawî li ser da. Ew girtî wek tawanbar dane naskirin û ceza li ser wan danî.’’

Derbarê fişara rêxistinên navneteweyî û konsulxaneyên biyanî û raya giştî li Herêmê, Dizeyî got ‘‘ez nabêjim fişara xelkê ne karîger e, lê me berê xwe da alîyê yasayî û li gor desthilatên serokê Herêmê, me 2 peywer berçav kirin: berjewendiya giştî û cîbicîkirina dadweriyê. Ew bû, cezayê mayî li sar çendan ji wan 60% hat kêm kirin û li ser Şêrwanî 50%.’’

Lê kesûkar û xizmên girtiyan dibêjin, ji serî de girtin û dadgehkirin ne dadwerî bû. Mihemed Emîn, bavê Guhdar Zêbarî, dibêje, ‘‘Eger mirov ji Xwedê netirse û wijdan nebe, dê her tiştî bike.’’ Ew di xema saxlemiya kurê xwe daye di zindana Asayîşa Giştî de ku dest bi grevê kiriye.

Niyaz Abdullah jî di xema selametiya girtiyên mayî de ye û dibêje, ‘‘Tirs li ser jiyana Şêrwan Şêrwanî heye jiber îhtimala ku li her demeke din ew rastî senaryoyeke din bibe. Lewra em selametî û parastina wî dixin stûyê Mesrûr Barzanî, Encûmena Asayîşê û Wezareta Navxwe û Wezareta Karûbarên Komelayetî,’’ heta ku bi selametî vegerin nav malbatên xwe.