Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet îro Pencşemê bang li Rûsyayê kir ku demûdest hêzên xwe ji Ukrayna vekişîne û şerê li wî welatî rawestîne; jiber ku şer bo bi mîlyonan mirovan bûye sedema êş û xemgînîyeke bêpîvan.
Michelle Bachelet di Ciwata Mafên Mirovan ya NY de got ku jiber şert û mercên li Ukrayna û herwiha krîza ku ji mehekê zêdetir e ser gelê Ukraynayî didome, divê şer bi dawî bibe.
Wê ragihand ku heya niha li Ukrayna herî kêm 1.189 sivîl hatine kuştin û 1.900 jî birîndar bûne; ji destpê êrîşa Rûsya ya di 24'ê Sibatê de.
Bachelet hevdem da zanîn ku bombebarana bênavber û karînana berdewam ya çekên teqîner ji alîyê hêzên Rûsî bûne sedema wêranî û ziyaneke mezin ya wargehên sivîl,binesazî,nexweşxane û dibistanan.
Wê destnîşan kir ku bajarên wekî Mariupol hema hema hatine kavil kirin û yên din jî hatine pelixandin û êdî nemane.
Bachelet ragihand ku di destê ofîsa wê de îdayên pêbawer hene; yên dibêjin ku hêzên çekdar yên Rûsî herî kêm bîst caran caran bombeyên goşeyî li heremên niştecîh bi kar anîne.
Wê got ku ofîsa wê ser îdayên ku hêzên Ukraynayî jî çekên wisa bikar anîne, lêkolînê dike.