Du Partîyên Opozîsyona Tirkîyê Ser Pênaberan Raport Weşandin

Penaberên Sûrî hewl didin ku derbazî Tirkîyê bibin (Arşîv)

Serokê Giştî yê Partîya Pêngav û Demokrasî (DEVA) Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu li Enqerê ser pênaberên Tirkîyê du raportên cuda pêşkêşî raya bi giştî kirin.

Serokê Giştî yê Partîya Pêngav û Demokrasî (DEVA) Alî Babacan


Pêşî Serokê Giştî yê Partîya Pêngav û Demokrasî (DEVA) Alî Babacan raporta bi navê “Plana Çalakîyê ya bo Çereserîya Pirsgirêka Pênaberan û Pêşîgirtina Koçberîya Neqanûnî” dîyar kir.

Di raportê ser sê xalên sereke hatin destnîşan kirin; xurtkirina rêvebirina pênaberan û koçberîya bêqanûnî, qutkirina koça bêserûber û nevegerandina kesên ku di bin parastina demkî de ne.

Alî Babacan jibo çareserîya pirsgirêka pênaberên Sûrîyê plana çalakîyê ya 6 mehan û 1 salekê jî di hate eşkere kirin.

Babacan ragihand ku li Tirkîyê nêzî 6 mîlyon pênaber hene, ji nav 4 mîlyon pênaberên Sûrî ne.

Wî anî ziman ku raporta partîya wî bo vegerandina pênaberan stratejîyek nû yabi bandor e û wiha got:

“Jibo ku li Sûrîyê ewlekarî were ava kirin û welatîyên Sûrî bikaribin vegerin welatên xwe, pêwîste ku bi rêveberîya Şam, Rûsya, Amerîka, Yektîya Ewrûpa(YE) û Netewên Yekbûyî (NY) re hevdîtin werin kirin,” Babacan got.

Babacan bi berdewamî anî ziman ku dive avakirina ewlekarîya li Sûrîyê berîya her tiştî pêk were, lê di vî warî de jî pêdivîye ku YE û welatên Ereb jî barên ser milên Tirkiyê dabeş bikin.

Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu

Rojek piştre jî Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu jî raporta bi navê “Pirsgirêka Koçberîya Neqanûnî û Pêşnîyarên Çareserîyê yê di bin Rêberîya Hiş û Wîjdana Dewletê de: Modeleke Jibo Siberojê” pêşkeş kir.

Di vê raportê de jî bal hat kişandinê 5 xalên serekî; koçberîya bêserûber û hiqûq a pênaberan, di nav xeta navnetewî de Tirkîye û koçberî , rewşa tevahî ya koçberan, koçberîya bêserûber û hatina mirovan ya bi komî û parastina demkî ya bo koçberên Sûrî.

Rewşa ser pênaberên li Tirkîyê bi berfirehî hate rahihandin û bo çareserkirin û vegerandina pênaberên Sûrî jî hin planên taybet hatin dîyar kirin.

Ahmet Davutoglu hem sîyaseta desthilatdarîyê û him jî sîyasetên netewperset yên dijî pênaberên bi tundî rexne kir û wiha got:

“Niha sîyaseteke desthilatdarîyê tuneye, ew tenê bes sîyasete populîst û bêserûber dimeşîne. Li Tirkîyê hin hêzên din jî hene ku tenê ser dijminatîya pênaberan sîyasetê dimeşînin. Ev her dû rê jî xeter in.” Davutoglu got.

Davutoglu anî ziman ku partîya wî dijî van her dû sîyasetane jî û dive mafên mirovan were parastin.

“Em dijî van herdû polîtîkayan dibêjin, berî her tiştî pêwîste mafên mirovan were parastin û jibo vî jî di vê raportê de em rêyên zanistî nîşan didin û dibêjin berî her tiştî lazime ku li Sûrîyê rewşeke aram were duristkirin ku pênaber Sûrîyê bikaribin vegerin,“ Davutoglu got.

Li gor pêzanînên fermî li Tirkîyê zedetirê 6 mîlyon pênaberên Sûrî, Afqanî û welatîyên Efrîqî hene.

Di nav wan de jî nêzî 4 mîlyon pênaberên Sûrîyê hene. Lê, li gor hejmarên ne fermî jî ku hin sazî û partîyên sîyasî li Tirkiyê eşkere dikin, ev hejmar wek pirtir ji 10 mîyon koçber tê dîyar dikin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Alî Babacan û Ahmet Davutoglu Li Ser Pênaberan Raport Weşandin