Babacan, Erdogan li Ser Şaşîyên Dema Erdhejên Meraşê Rexne Dike

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan îro Pêncşemê ku du meh bi ser erdheja 6ê Sibatê re derbaz dibin, li ser wê felaketê axivî.

Babacan axaftina xwe, di 04:17 de, ku saeta erdhejê bû, kir.

Wî dîyar kir rojeva wî ya herî girîng felaketa erdhejan e û got ku ewê erdhejê ji bîr Nekin.

Serokê DEVA dîyar kir ku afatzede dibêjin ku di 48 saetên pêşî yên piştî erdhejan de dewlet tune bûye û îdia kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hewil dide guhnedanê veşerê.

‘’Di ser erdhejan re 60 roj derbaz bûn, lê binêrin: Erdogan bi hêza sîstema şexsekî bi tenê hewil dide şaşî û guhnedanan veşerê’’ Babacan got.

Babacan dîyar kir ku hikûmet bingehên avahîyên nû datîne, lê ew avahî nikarin mirîyan bi şûnde bînin.

Li gor hejmarên hikûmetê, hejmara miriyên erdhejên Meraşê, li Tirkîyê pirtir ji 50,000 kes kuştine.

Jêder: Twitter, DEVA