Babacan Bang li Hilbijêrên Ciwan Dike ku Malbatên Xwe Qane Bikin

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ji Twitterê bang li hilbijêrên ciwan kir.

Babacan ji hilbijêrên ciwan xwest ku dê, bav û mezinên xwe îqna bikin.

‘’Ji wan re bibêjin ku em êdî îqlimeke bi dubendî û cudaxwazîyê naxwazin û em dixwazin dîwarên taxan hilweşînin. Dîsa ji wan re bibêjin ku we dest ji Tirkîyê bernedaye, lê jibo hûn bimînin hin daxwazên pêkan hene’’

Wî dîyar kir ku divê ciwan ji mezinên xwe re behsa wekhevîya derfetan bikin û bi wan bidin fehm kirin îqtidara niha çiqas zarar daye wan.

Babacan got ku medyaya Tirkîyê cîh nade wan û bang ji ciwanan kir ku ew li malan bibin dengên wan.

Serokê DEVA dîyar kir ku ew bawer dike ku ewê bi hev re siberojên azad û dewlemend ava bikin.

DEVA di Hevpeymanîya Netew de ye û di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî de berbijarê wê tifaqê Kemal Kiliçadroglu.

Hêjayî bîrxistinê ye, Alî Babacan berê di Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de bû û yek ji sîyasetvanên li pêş yên wî partîyê bû.

Jêder: Twitter