Serokê Partîya Demokrasî ve Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan got ku ew bawer dikin ku wê hilbijartina serokomarîyê di gera yekê de biqede.
Babacan di Babala TV de pirsên hilbijêrên ciwan bersîvandin.
Babacan, ser pirseka derbarê gera hilbijartinan got ku berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu wê di gera yekê bi ser keve.
‘’Yek ji taybetîyên sîyasetvanan jî ew e ku divê ew her tim bo hesabdayînê hazir bin. Em her tim dibêjin ku divê sîyaset bi awayekî zelal bimeşe û divê em her tim bo hesabdayînê hazir bin. Jiber vê jî ez her tim jibo hesabdayînê hazir im.’’
Babacan, ku di salên borî de yek ji sîyasetvanên nêzî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bû, ser wan deman jî got ku ti tiştekî ew nikare hesabê wê bide tune.
Wî dîyar kir ku jibo siberoja Tirkîyê plan, bername û kadroyên wan hazir in.
Serokê DEVA got ku jiber şaşîyan ew ji rêka desthilatê qetîye.
DEVA di Hevpeymanîya Netew de ye û dijî desthilata Erdogan piştgirî dide Kiliçdaroglu.
Tirkîye jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran di 14’ê Gulanê de diçe ser sindoqan.
Jêder: DEVA