Burkîna Faso Operasyona Dijî Çekdaran bi Dawî Anî

Hêzên ewlekarî yên Burkîna Faso operasyona dijî çekdaran bi dawî anî ku li paytaxta welêt êrîş biribûn ser xwaringehekê û herî kêm 18 kes kuştibûn, 8 kesên din jî birîndar kiribûn.

Wezîrê Ragihandinê yê Burkîna Faso Remis Dandjinou got ku piranîya kesên kuştî jin û zarok in û reng e hejmara kuştîyan pirtir be.

Dandjinou da zanîn ku di nav qurbanîyan de hemwelatîyên wan û yên bîyanî jî hene.

Serokê Burkîna Faso Roch Marc Christian Kabore jî êrîş şermezar kir. Wî ji ser Twitterê got ku "Şerê dijî terorîzmê tekoşîneke demdirêj e."

Li ber e Serokê Fransa Emmanuel Macron û Kabore îro li ser êrîşê bipeyîvin. Macron bi daxuyanîyekê ragihand ku Fransa pêgir e ku ligel welatên Afrîqaya Rojava, dijî terorê şer bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Burkîna Faso kolonîya berê ya Fransa ye, lê Parîs hîn ji l iser wî welatî xwedî bandoreke girîng e.

Êrîşa çekdarî li xwaringeha Azîz Îstanbul ya li Ouagadougou ya paytaxt pêk hatibû û jî rêxistinên Îslamî yên tundrê li wî welatî êrîşên wiha pêk tînin.

Baskê El-Qaydê yê Afrîqa Bakur (AQIM), sala çûyî êrîşî otel û restoraneke li Ouagadougou kiribû û bi kêmî ve 30 kes kuştibûn.