Leşkerîya Amerîka Dîsa Firoka B-52 Ser Rojhilata Navîn Firand

Balafirên şer B-52 yên Amerîka

Leşkerîya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku wê careke din firokeke şerker ya B-52 li ser Rojhilata Navîn firandiye ku îhtîmala êrîşkarîyeke Îranê têk bibe.

Di firîna yekê ya bin revebirîya serok Joe Biden de, firoka B-52 îro serê sibê ji Barksdale ya bingeha esmanî ya li Louisiana rabûye û bê navber heya heremên esmanî yên Rojhilata Navîn firîye.

Li gorî pêzanînên şopandina firînê, ew hem li ser Kendava Farisî û hem jî ser Erebistana Saudî gerîye.

ermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîka (CENTCOM) piştre dîmenên firoka bombebaranê weşand ku li kêleka F-15 yên Hêza Esmanî ya Saudî difirî.

CENTCOMê di daxuyanîya xwe de navê Îranê derbaz nekir, lê got ku armanca firînê nîşandana dilsozîya Amerîka ya bo ewlehîya heremî bû.

Ev firînên ku operasyana sêyan ya vê salê ye, di mehên paşîn yên rêvebirîya serokê berê Donald Trump de gelek caran hatibûn kirin.

Piştî ku Trump bi biryareke yekalî, di sala 2018'an de, Amerîka ji peymana navokî ya navneteweyî ya bi Îranê re vekişand, li heremê bûyerên alozdar zêde bûne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku alîyên peymana navokî ya bi Îranê re, Rûsya, Çîn, Almanya, Brîtanya, Fransa û Amerîka bûn.

Biden bo jinûve beşdarbûna peymanê daxwaza xwe dîyar kiri, lê bi şertê ku Îran pîvanên peymanê yên bo sînordarkirina programa navokî bi cîh bîne.