Azerbaycan Xaleke Kontrolê Datîne ser Rîya Nagorno-Qarabax

Dîmeneke arşîvê ya korîdora Lachin.

Azerbeycanê roja Yekşemê ragihand ku wê xaleke kontrolê ser rîya bi tenê ku diçe nav Nagorno-Qarabaxê danîye, herêma kêşebar ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de.

Ev gav hat piştî îdîayên teqekirina ser sînor ji alîyê hêzên Azerî û Ermen ve.

Nagorno-Qarabax ji alîyê civaka navnetewî ve wekî beşek ji Azerbaycanê ve tê zanîn, lê piranîya 120 hezar rûniştvanên vê deverê Ermen in. Di destpêka salên 90 de ew di şerê de ji Baku cuda bû.

Azerbaycanê got ku wê ev xala kontrolê danîye ji ber ku Ermenistan wê rîyê jibo veguhestina çekan bikar tîne, li gorî wezareta derve ya Azerbaycanê.

“Pêşkêşkirina ewlekarîya sînor û misogerkirina ewlekarîya trafîka ser rê mafê hikûmeta Azerbaycanê ye û mercekî bingehîn e jibo ewlekarîya niştimanî, serwerîya dewletê û desthilatdarîya qanûnê,” wezareta derve ya Azerbaycanê di daxuyanîyekê de got.

Ermenistanê jî ragihand ku danîna vê xala kontrolê li ser wê rîyê binpêkirin e jibo agirbesta sala 2020'ê ya ku şerek di navbera herdu alîyan de bidawî kir.

Yerevanê herwiha bang li Rûsyayê kir ku rêkeftinê cîbicî bike, ew rêkeftina ku dibêje divê korîdora Lachin li jêr kontrola hêzên aştîparêz yên Rûsyayê vekirî bimîne. Ev korîdor rîya bi tenê ye ku di nav axa Azerbaycanê re diçe û Ermenistan bi Nagorno-Qarabaxê ve girê dide.

“Em bang li Federasyona Rûsyayê dikin ku daxuyanîya sêalî cîbicî bike,” wezareta derve ya Ermenistanê di daxuyanîyekê de got.

Hikûmeta Amerîka got ku ew bi damezrandina vê xala kontrolê bi fikar e û da zanîn ku ev gav hewildanên ber bi aştîyê li herêmê ve lawaz dike.

Wezareta Derve ya Amerîka herwiha got ku divê korîdora Lachin li ber tevgera xelkê û bazirganîyê vekirî be.

Jêder: Reuters