Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê ragihand ku hêzên li Qarabaxê dest bi operasyonên têkoşîna dijî terorê kirine.
Li Qarabaxê, ku di bîragiştî ya navneteweyî de wek parçeyeke Azerbaycanê tê dîtin, ev demeke girjî gur bûbû.
Karbidestên Azerî dîyar kiribû bi peqîna mayinan û di bûyereka din de 11 polîs û sîvîl hatine kuştin.
Piştî ragihandina Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê li Stepankert, ku bajarê naskirî yê Qarabaxê ye, dengê peqînan û alarman hatin bihîstin.
Azerbaycanê ji dawîya sala borî vir ve Korîdora Laçînê girtibû ku tekane rêya ku ji Ermenistanê diçe Qarabaxê ye.
Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê dibêje ku hêzên Ermenî topan davêjên ser enîyên wê, lê Ermenistan dîyar dike ku êrîşeke wisa neqewimiye.
Karbidestên Azerbaycanê dîyar dikin ku ser operasyonê Tirkîye û Rûsya hatine agahdar kirin.
Jêder: Reuters