Azerbaycan ji Ermenistanê re Dibêje Ew jibo Danûstandinên Aştîyê Hazir E

Azerbaycanê îro Sêşemê bang li Ermenistanê kir ku beşdarî li danûstandinên aştîyê bike.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê bi daxuyanîyekê ragihand ku danûstandin aştîyê dikanin li sînorê her du dewletan yan li cîhekî din çêbin.

Wezareta Derve ji Ermenistanê xwest ku ji derengmayînên nû dûr bisekine jiber ku domdarîya peyvajoya aştîyê berpirsîya her du dewletan e.

Karbidestekî serokomarîya Azerbaycanê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re gotibû ku ew bê navbeynkarîya dewletên Rojavayî dikarin hevdîtinan çêkin.

Wî karbidestî gotibû ku ew dixwazin ku danûstanin ser bingeheke dualî destpê bikin.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) hewil dabûn ku Ermenistan û Azerbaycanê li hev bînin, lê bi ser neketibûn.

Azerbaycanê meha Îlonê Qarabax ya navbera her du dewletan dibe sedema girjîyê bi dest xist ku ev yek di danûstandinan de destê wî welatî xurt dike.

Jêder: Reuters