Di Roja Azadiya Ragihandinê de Rojnamevan Rewşa Rojnamegeriyê li Herêmên Kurdan Dinirxînin

Rojnamevan Kakşar Oremar, Sebah Atruşî û Mihemed Salih Bedirxan

Saziyên navnetewî yên parastina mafên rojanevan û rojnamegeriyê di raportên xwe yên herî dawî de didin diyar kirin ku rewşa giştî ya azadiya ragihandinê ber bi nebaşiyê ve diçe di nav de li Amerîka jî.

Welatên weke Çîn û Koreya Bakur, herwiha welatên weke Tirkîyê û welatên Erebî û cihana Siyan ciyên xerab yên ku azadiya rojnamevanî lê tê binpêkirin.

Li welatên ku Kurd lê dijîn û li herêmên wan li Trikiye, Îran, Sûrya û Îraq di nav de Herêma Kurdistana Îraqê ji aliyê saziyên nav netwî de tên rexne kirin, li Tirkiyê 142 heta 208 rojnamevan di girtîgehan de ne, herwiha li Herêma Kurdistana Îraqê rojnamevan hatine kuştin, teror kirin û revandin, ev yek di raportên saziyên nav netewî de cî digirin.

Ji bo danûstendina li ser mijara azadiya rojnamegerî û rojnamevanan, bernama Hello Washington mêhvandarîya sê rojnamevanên kurd kir.

Kakşar Oremar ji Almanya, Mihemed Salih Bedirxan ji Tirkiyê û Sebah Etruşî ji Herêma Kurdistana Îraqê tevlî bernamê bûn û rewşa krîtîk ya ragihandina Kurdî û wan welatan nirxand yên ku Kurd lê dijîn ku sazî û rojnamevan tên asteng kirin, rê li ber karê wan yê rojnamegeriyê tê girtin.

Rojnamevan Oremar derbarê rewşa rojnamegeriyê li Îranê dide zanîn ku aloziyek mezin heye jiber ku li Îranê Sê dewlet di yek dewlet de hene û her yek biserê xwe kar dike, yên ku tên sizadan û mafên wan tên binpêkirin nizanîn li kîderê li mafê xwe bipirsin û gilîyê bikin.

Rojnamevan Etruşî dibêje li Herêma Kurdistana Îraqê rojnamegerîya Azad ber bi nemanê diçe, ne gel piştevanê rojnamevanê serbixwe û azade ne partiyên opozisyon dikarin wan bi parêzin.

Herwiha rojnamevan Bedirxan dibêje, li Tikiyê dewlet kontrola rojnamegeriyê dike û êdî rojnamegerîya azad di metirsîyê de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 03 05 2019