Hamas Dibêje Fermandarê Wê yê Payebilind Ayman Nofal di Êrîşa Esmanî ya Îsraîlê de Hate Kuştin

Ayman Nofal bi merivên xwe re xan dibe (05/02/2011)

Hamasê îro Sêşemê ragihand ku fermandarê wê yê payebilind Ayman Nofal di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li Gaza hate kuştin.

Nofal, endamê civata leşkerî ya bilind ya Tugayên Izeldîn El Qassam bû û berpirsê wê li Devera Gazaya Navendî bû.

Hêjayî balkişandinê ye ku artêşa Îsraîlê heta niha kuştina Nofal piştrast nekiriye.