Hunermend Ayfer Duzdaş yek jî hunermenden serketî yên van salên dawî ye û ew di dilê hezkirîyên xwe de xwedîyê cîhekî hêja ye.
Her sitraneke wê di nav xwe de rengê dîrokeke kevnar, bingeheke civakzanîyê û kûrahîyeke gelêrî ya Kurdan jinûve vedijîne.
Duzdaş vê yekê bi zaroktîya xwe ve girêdide û yekser dema şivantîya xwe di ber çavên xwe re wek şerîda fîlmelî jîyanê derbaz dike.
“Di zaroktîya xwe de diçûm ber berxikan. Ew ji bo min ewqas şîrîn dihatin ku min ji wan re sitran digot. Ew dem dîka min qada çêrîna berxikan bû û guhdarên min jî berxik bûn,” wê ji Dengê Amerîka re got.
Hunermend Duzdaş sala 1973’an li herêma Kurdan bajarê Sêwasê li devera Koçgîrîyê ji dayik bûye.
Koçgîrî di dîroka Kurdan de cîhekî girîng digire û bêtir bi serhildanên xwe tê zanîn.
Duzdaş ji ber erka bavê xwe bi malbatî li Sêwasê koçî Stenbolê dike. Li wir dibistana serekî û navendî xilas dike û demekê karê muhasebeyê jî dike, lê di dilê wê de gotina sitranan wek kelecaneke volkanê cîhê xwe diparêze.
Dayika wê bandoreke mezin li rêka wê ya hunermendîyê dike. Gava ew behsa dîya xwe dike bi kelecana dilekî perikî wiha dibêje.
“Dayika min mamostaya min e. Di bingeha sitranbêjîya min de jî dêya min heye. Jibo ku di şînên me de dêya min bi dengê xwe yê zîz û keser kûr distirî. Ew sitrîna wê ti gav di nav guh û vîna min de hinda nebû. Jibo min ew dêyeke newaze û mamostayeke bêhempaye ye.”
Rêya hunermend Duzdaş li Stenbolê di sala 1996’an de pêşî dikeve Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û dûre jî li Lîseya Pera ya Hunerê Cîwan dixwîne. Ev herdu cîh jî di nav hunera wê de perikîneke nû dide destpêkirin.
Vengê Sodirî û Koma Asmîn, li ser sitran û jîyana wê cîhekî vala tijî dikin. Duzdaş, vê dema koman jibo xwe wek demeke geşbûnê dibîne:
“Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) jibo me dibistana herî serekî bû. Berî NÇM’ê jî min sitran distiran, lê NÇM’ê di warê hunerê de nêrîna min bi tevahî guhert. Ew kom jî jibo min bûn bêjingên sitranan. Çi baş e çi nebaş min di wê demê de bêjand.”
Duzdaş, xwe hinekî jî wek çerçî dibîne. Demekê çerçî gund bi gund digerîyan tişt difrotin û ji gundîyan tişt dikirîn.
Çerçîtîya Duzdaş jî li ser berhevkirina sitran, dîlok û şînan e. Ew gund bi gund digere li çi derê çi dibîne kom dike û li ser wan kar dike.
Duzdaş heta niha di 9 albuman de sitranên xwe pêşkêş kirine. Ji wan 4 berhem tenê yên wê ne, anku solo ne ku kilamên ku civandine, sitrîne. Albuma “Lêylan”, “Şînên Koçgîrî”, “Kilamên Arxawûnê”, “Ji Xorasanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Alevî” ji van in.
Hêjayî balkişandinê ye ku Duzdaş wek çerçîyeke li gundan gerîye û pirtir ji 300 kilam û sitran berhev kirine.
“Ez xwe pir westayî dibînîm dixwazim ku hineke bêhna xwe vedim. Lê, ew eşqa dilê min ya gund bi gund gerîn ti gav nahêle ku ez rawestim. Wisa dixuye ku ezê her gav westayî bim.”
Kurdbûn, Alevîbûn û jinbûn nasnameya Ayfer Duzdaş ya bingehîn e. Ew ji sitranên Kurdî ti gav veneqetîye, di naveroka sitranên wê de çanda Alevîtîyê cîhekî girîng digire, lê wek jinekê jî rengê xwe bi zelalî dîyar dike û dibêje, “Keçên Kurd Şervan In”.
“Ez Kurd im û ev nasnameya min jibo min şanezîyeke pir mezin e. Lê ez Alevî me jî. Ev jî nasnameya min ya çandî ye. Ez jin im, ev jî jibo min rengê afirandinê jîyanê ye.”
Sewtê Duzdaş ne bi zimanekî ye, ew bi hemû zaravên Kurdî distirê. Carna li Çîyayê Efrîn û Cudîyê Kurmancî, li Çîyayê Çewlik û Dersimê Zazakî, li Çîyayê Mihabet, Hewlêr û Silêmanî Soranî ye. Lê her çi distirê bila bistirê li ser bingeheke huner û estetîk wan di nû de saz dike û pêşkêşî hezkerên xwe dike.
Duzdaş di 10'ê Berfanbarê li Enqerê, 16'ê Berfanbarê li Îzmîrê û di 20’ê Rêbendana 2024’an de jî Stenbolê wê bi konsertên xwe derkeve pêşberî hezkirîyên xwe.
Your browser doesn’t support HTML5