Di Êrîşeke Ser Kampa Awareyan de 3 Kes li Îraqê Hatin Kuştin

Îraqîyên ku neçar mane cîhûwarên xwe biterkînin

Karbidestên Îraqî got ku di êrîşeke ser kampeke awareyan de, li başûrê Bexda herî kêm 3 kes îro Sêşemê hatin kuştin.

Karbidestan da zanîn ku êrîş bi muşekeke Katyusha yan bi hawanan hate kirin û bi kêmî ve 11 kesên din jî birîndar bûn.

Nûnerê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Îraqê, Bruno Geddo êrîş şermezar kir.

"Em vê êrîşa tirsonek ya malbatên awarebûyî şermezar dikin ku zarok û sîvîlên bêguneh kir armanc. Di nav qurbanîyna de zarokekî 10 salî û 16 salî hene.”

Neteweyên Yekbûyî dide zanîn di kampa êrîşkirî de pirtir jî 6,000 kesên ku ji Salaheddîn revîne, dimînin.