Yek ji stûnên aboriya Bakur û Rojhilata Sûriyê bi taybetî û Sûriyê bi giştî çemê Ferate ku aboriya Bakur û Rojhilata Sûriyê bi ava çandiniyê û kehrebê destek dike, lê ji ber kêmkirina pişka Sûriyê û Iraqê ji avê ji aliyê Trikiyê de ,rewşa aboriye aloz xirabtir dibe ,ku tevahî kehreba Bakur û Rojhilata Sûriyê ji bendavên li ser çemê Ferat dikevin tê.
Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê Emel Xizeyêm li ser aloziya avê ku hersal di demsala Biharê de derdikeve ji Dengê Amerîka re axivî û got "Beşek mezin ji aboriya Bakur û Rojhilata Sûriyê li ser bendavên çemê Ferate."
Li Bakur û Rojhilata Sûriyê niha Kehrebe bi tenê di demên êvarê de heye,ku piraniya pîşesaziyê li ser mîtorên çêkirina kehrebê ne,di demekê de ye ku aloziya sutemeniyê jî derketiye, ev bilî ku kehrebe ji bo santiralên rakirina avê çandiniyê tê bikaranîn,ku komîta çandinyê li navçeyên çandinî tê avdan cotkar agahdarkirin ku çandinya avê pir naxwaze biçînin,herwiha bikaranîna avê ji bo çandiniyê ji bilî kehrebê.
Li gor Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê li ser dirêjkirina aloziya avê ji Dengê Amerîka re ragihand:Ku pirsgirêka avê dirêj bike wê bendav ji kar derkevin.
Hêjayî balkişandinê ye ku li ser çemê Ferat li Bakur û Rojhilata Sûriyê sê bendav hene,bendava Rojava,bendava Ferat û bendava Azadî,ku berhema kehrebê ji heniyan bi hev re dighe zêdeyî (1500)Megawat di seatê de,ango zêdeyî pêwistiya Bakur û Rojhilata Sûriyê ji kehrebê .
Your browser doesn’t support HTML5