Hikûmeta Australya îro Pêncşemê ji hemwelatîyên xwe xwest ku di dema rêwîtîya navnetewî de gelek hişyar bin.
Wezareta Derve ya Australya şîreta rêwîtîyê nû kir û destûr da ku hemwelatîyên vaksînînkirî ji Duşema were pê ve bikaribin herin 177 dewlet û herênên seranser cîhanê.
Piranîya hemwelatî û rûnişvanên herdemî Australî, jiber qedexe û sînordarkirinên dijî koronayê, ji meha Adarê vir ve nikarin ji wî welatî derkevin.
Hikûmeta Australî tenê destûr dida karmendên xwe ku bona karên fermî derkevin dervayê welêt.