Austuralya Dest Bi Derxistina Welatiyan Xwe Ji Lubnanê Dike

Wêne ji arşîfê ye

Australya roja Şemiyê bi rêya Qibrisê dest bi derxistina welatiyên xwe ji Lubnanê kir, di yekem operasyona mezin de ji bo derxistina welatiyên xwe ji wî welatî, di nav êrîşeke Îsraîlî de bo ser Hizbullahê ku Îran piştgiriya wê dike.

Nêzîkî 229 kes gihîştin girava rojhilatê Deryaya Spî, ku dema firîna xwe 40 kêlîlkan ji Beyrûtê dirêj dike, bi firokeyek bazirganî ya ku ji hêla Austuralya ve hatî kirêkirin. Balafira duyemîn di nav rojê de tê plankirin.

Karbidestên Avusturalya û Qibrisî gotin ku li gorî daxwazê dibe ku bêtir firînên valakirinê werin hêvî kirin.

Fiona McKergow, Komîsera Bilind a Austuralya (Balyoz) li Qibrisê, got: "Ew westiya ne, pir kêfxweş in ku li vir in, lê dilşikestî ne ji ber ku wan malbat li dû xwe hiştin."

Bêhtir û bêhtir welat navendên nêzîk ên mîna Qibrisê bikar tînin da ku di valakirina ji Lubnanê de bibin alîkar. Îsraîl di hefteyên dawî de bi tundî êrîş li ser Hizbullahê zêde kirin, bi komek êrîşên esmanî û operasyoneke bejayî li başûrê welêt, piştî nêzîkî salekê ji pevçûnên der-sînorî yên di asta jêrîn de ku hevdem bûn ligel şerê Îsraîlê li dijî Hamasê li Gazayê.

Di hefteya çûyî de, Qibris ji bo Çîn, Yûnanistan, Portogal û Slovakya alîkarî kir. Brîtanya û Amerîka her weha kesên xwe veguheztin Qibrisê da ku heke hewce bike di derxistina leşkerî de alîkariyê bikin.

Qibris bû alîkar ji bo derxistina nêzî 60,000 kes ji Lubnanê di dema şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê yê sala 2006 de.

Çavkanî: Reuters