Serokwezîrê Austuralyayê Têkçûna Hilbijartinê Qebûl Dike

Serokwezîrê Avusturalyayê Scott Morrison roja Şemiyê têkçûna di hilbijartinan da qebûl kir ku "şeveke dijwar" bû ji bo hikûmeta wî ya muhafezekar.

Morrison got, "Îşev ez digel serokê opozîsyonê û serokwezîrê nû, Anthony Albanese axivîm û min ew ji ber serkeftina wî ya hilbijartinê pîroz kir."

Rêberê 54 salî Scott Morisson destnîşan kir ku di hilbijartinê de piştgiriya dengdêran ji bo partiyên sereke kêm bûye.

Wî got "Ez li ser alozîyên ku di nav netewa me da çêdibin difikirim, û ez bêjim girîng e ku netewa me baş bibe û pêşve biçe."

"Çi gumanên min nîn e di bin serkirdayetiya bihêz ya hevpeymaniya me da û paşî sê salên din ez li hêviya vegera hikûmeteke hevpeymaniyê me."