Austin: Tevgerên Rûsya Ne yên Vekişînê Ne

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin li navenda NATO ya li Brukselê ser girjîya Rûsya û Ukrayna axifî.

Austin dîyar kir ku Rûsya leşkerên xwe nêzîktirî sînorê Ukrayna dike, pirtir firokan dişîne herêmê û ji alîyê de jî xwînê stok dike.

Rûsya roja Çarşemê bi hin dîmenan dabû zanîn ku leşkerên wê yên hîndarîyên xwe temam kirine vedigerin bingehên xwe.

Lê, karbidestên Amerîkî û Ewrupî bi guman gotinên Rûsya yên ser vekişînê dinêrin.

Austin bi bîr xist ku ew jî wextekê leşker bûye û da zanîn ku tevgerên Rûsya ne yên vekişînê ne.

Wî got ger Rûsya çareserîyê dixwaze Amerîka û NATO dikarin danûstandinê bikin.

Karbidestên Rûsya heta niha jî îdiayên ser dagirkirina Ukrayna red dikin.