Austin: Tankên M1 Abrams Wê di Demeke Nêz de Derbazî Ukrayna Bibin

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Sêşemê dîyar kir ku Ukrayna li hember hêzên Rûsî bi îstiqrar pêşve diçin.

Austin li Koma Danûstandinê ya Berevanîya jibo Ukrayna ser yekîneyên Ukrayna got ku bi awayekî wêrek şer dikin.

‘’Yekîneyên wêrek yên Ukrayna enîyên artêşa Rûsî yên xurt hildiweşînin’’

Austin got ku Ukrayn dê di demeke nêz de ji Amerîka tankên M1 Abram jî bistîne.

Amerîka ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve soza alîkarîya 43 mîlyar dolarî daye û di soza dawî de, ku serê salê hatibû ragihandin, tank jî hebûn.

Ser alîkarîya tankan, Austin got ku ew bi kêfxweşî radigihîne ku tankên M1 Abrams dê di demeke nêz de derbazî Ukrayna bibin.

Jêder: AFP