Austin Dibêje Îsraîlê Destûrên jibo Belavkirina Alîkarîyên Gaza Berfireh Kirine

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin got ku Îsraîl jibo destûrên ser belavkirina alîkarîyan hîn pêşveçûn kirine, lê divê pirtir tişt werin kirin.

Amerîka meha borî bi nameyekê ji Îsraîlê xwestibû ku jibo başkirina rewşa mirovahî ya li Gaza hin gavan biavêje û dîyar kiribû ku ger ew gavên neavêje ewê Washington alîkarîyên xwe sînordar bike.

Austin bê ku ser wê nameyê tiştekî bêje got ku hin pêşveçûn çêbûne, lê divê pêşveçûn zêdetir be.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi Austin re meha borî ji karbidestên Îsraîlê re nameya ser alîkarîyê şandibû.

Di nameyê de hatibû gotin ku ger gav neyên avêtin ewê sîyaseta Amerîka ya jibo Îsraîlê biguhere.

Karbidestên Amerîkî di nameyê de ew gavên ku dihatin xwestin ku di 30 rojan de werin avêtin rêz kiribûn .

Di nameyê de dihat gotin ku divê her roj bi kêmî ve jibo 350 kamyonan destûr were dayîn ku herin Gaza.

Bi berdewamî jibo belavkirina alîkarîyan sekinandina pevçûnan û rawestandina fermanên derketina ji herêman jî hebûn.

Jêder: Reuters