Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Sêşemê bi hevtayê xwe yê Ukraynî Rustem Umerov re dicive.
Çaverê ye Austin di civînê de piştgirîya Amerîka ya jibo ewlekarîya Ukrayna nîşan bide.
Civîna Austin û Rustemov li vê demê tê ku piştî hefteyekê bi mêvandarîya Amerîka hilcivîna NATO çêdibe û li ber e ku di wê hilcivînê de yek ji mijarên rojevê piştgirîya leşkerî ya jibo Ukrayna be.
Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh do Duşemê ji rojnamevanan re got ku Austin û Umerov wê ser hevkarîya dualî ya berevanîyê, mijarên herêmî û rêkên xurtkirina hevkarîya berevanîyê ya Amerîka û Ukrayna danûstandinê bikin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî wê îro Sêşemê ligel şîretvanê taybet yê Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy, Andriy Yermak, danûstandinê bike.
Rûsya Sibata 2022’an dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê demê vir ve alîkarîya herî zêde bi ferqeke mezin Amerîka dide Kîevê.
Jiber nelihevkirinên li Kongresa Amerîka alîkarîya leşkerî yên jibo Ukrayna sekinîbûn, lê ew alîkarî jinûve diçin wî welatî.
Zelenskyy derengê roja Duşemê got ku ew li bendê ye vê mehê jibo berevanîya esmên û parastina welêt pirtir alîkarî ji wan re werin.
Wî dîyar kir ku çekên dûravêj, firokên cengê û berevanîya esmên faktorên girîng in bandorê li rewişa şer dikin.
Rûsya her roj bi dron û muşekan êrîşên esmanî dibe ser Ukrayna û Zelenskyy hewil dide ku berevanîya esmên xurt bike û ji hevbendan firokên cengê bistîne.
Ukrayna jî hewil dide ku çêkirina dronên xwe pêşve bibe û bi taybetî êrîşên esmanî dibe ser herêmên li sînorê Rûsya.
Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Sêşemê ragihand ku li herêma Brynaskê 4, li herêma Belgorodê 4 û li Qirim, ku ji alîyê Rûsya ve hatiye dagir kirin, jî 3 dronên Ukrayna hatine xistin.
Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov dîyar kir ku di êrîşan de 2 kes birîndar bûne û magazeyekê jî zarar dîtiye.
Karbidestekî Rûsî yê li Qirimê jî dîyar kir ku hin mal û maşîneyan zarar dîtine, lê ti kes birîndar nebûye.
Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters hatine wergirtin.