Avusturya jibo Sûrîyên ku bi Dilxwazî Vegerin Welatê Xwe Hezar Euro Pêşkêş Dike

Hikûmeta Avusturya îro Înê ragihand ku got ku ewê 1,000 Euro ($1,050) pêşkêşî penaberên Sûrî bike, ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad vegerin welatê xwe.

Serokwezîrê Avusturî Karl Nehammer roja Yekşemê, piştî rûxandina Esad gotibû ku divê rewşa ewlekarî li Sûrîyê jinûve were nirxandin da ku dersînorkirina penaberên Sûrî pêkan be.

Nehammer li ser platforma X bi Îngîlîzî got ku Avusturya wê piştgirîya Sûrî yên ku dixwazin vegerin welatê xwe bike û 1,000 Euro wek xelat bide wan.

Li gor qanûnên Avusturî dersînorkirina mirovan ya dijî biryara wan ne pêkan e.

Hikûmeta Avusturî got ku ewê bala xwe bide ser dersînorkirina dilxwazî û ewê herwiha daxwaznameyên penaberîyê yên Sûrîyan rawestandiye.

Mîna gelek hikûmetên konservatîf li Ewrupa, Nehammer jî di bin givaştina rastgirên tund de ye ku polîtîkayên koçberîyê hîn tundtir bike.

Sûrî li Avusturya koma herî mezin ya penaberan pêk tînin û bi gerbûna rejîma Esad dersênorkirina wan hatiye rojevê.