Ahmet Turk: Dixwazin bi Sîyaseta Zindanê Kurdan Bitirsînin

Sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk li mîtînga Partîya Çep ya Kesk ya li Entabê got ku desthilata sîyasî dixwaze bi zindanê Kurdan bitirsîne.

Turk dîyar kir ku ewê xwe nedin destê wê sîyasetê û ewê heta dawîyê li ber xwe bidin.

‘’Li girtîgehan Selahattîn Demîrtaş, Gulten Kişanak, Sabahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag û gelek hevalên me yên din dîlgirtî ne. Ew hemî di encama wê sîyasetê de diqewimin û dixwazin çavê Kurdan bitrsînin.’’

Wî got ku desthilata sîyasî bi redkirina ziman û nasnameya Kurdan dixwaze serwerîya xwe bidomîne.

Turk dîyar kir ku ewê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ji desthilatê gêr bikin û dest bi peyvajoyeke demokratîk bikin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku ji lîsta Partîya Çep ya Kesk dikeve hilbijartinan, jibo serokomarîyê piştgirîya berbijîarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu dike.

Piranîya anketên dawî xuya dikin ku Kiliçdaroglu li hember Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogandi pêş de ye.

Jêder: Twitter, VOA