Ahmet Turk Dibêje Başak Demîrtaş Helwesteke Rast Nîşan Daye

Ahmet Turk and Selahattin Demirtas

Berbijarê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) yê Bajarvanîya Mêrdînê Ahmet Turk ser Başak Demîrtaş got ku helwesteke rast nîşan daye.

Başak Demîrtaş bi qasî du hefteyên berê got ku ger gel bixwaze û DEM Partî jî erê bike ew dikare jibo bajarvanîya Stenbolê bibe berbijar û do Çarşemê jî ragihand ku ewê nebe berbijar.

Turk di bernameyeke KRT de dîyar kir ku Başak Demîrtaş bi helwesta xwe li DEM Partî xwedî derketiye.

‘’Peyamek hat dayîn ku divê li Stenbolê û li hemî bajarên din yên Tirkîyê berbijarên DEM Partî hebin. Ez wisa dibînim. Helwesta Başak Demîrtaş ne tenê jibo berbijarîyê bû.’’

Wî got ku Başak Demîrtaş di dawîya peyvajoyê de nîşan daye ku ew dikare jibo DEM Partî xizmetê bike.

Parlamanterên DEM Partî Mehmet Ruştu Tîryakî û Saruhan Oluç li Girtîgeha Edîrne serdana Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş kirin.

Tîryakî piştî serdanê dîyar kir ku Selahattîn Demîrtaş ji wan re gotiye ku hevjîna wî Başak Demîrtaş jibo DEM Partî xurttir bibe dîyar kiriye ku ew dikare bibe berbijara bajarvanîya Stenbolê.


Oluç jî bi kinî dîyar kir Selahattîn Demîrtaş ji wan re dîyar kiriye ku yekîtîya wan heye, ew bi hev re ne û ti cudabîrî çênebûye.

Jêder: KRT, X