Wezîrê Perwerde yê Fransa Gabriel Attal îro Sêşemê ji hêla serokê welêt Emmanuel Macron wek serokwezîrê nû yê welêt hat erkdar kirin.
Attal yê 34 salî bû serokwezîrê herî ciwan yê Fransa û hevdem bû serokwezîrê yekê ku bi eşkereyî hevregezxwaz e.
Ew di hikûmeta niha ya Fransa de wek wezîrê perwerdeyê cîh digire û hevbendek nêzî Macron e.
Navê Attal di pêyvajoya pandemîya COVID’ê de, mîna berdevikê hikûmeta Fransî derket pêş.
Serokwezîrê nû li Fransa wek wezîrek jêhatî, lî parlamentoyê û li pêş medyayî wek peyîvdarekî baş tê nasîn.
Li gor anketên vê dawîyê, Attal yek ji sîyasetvanên herî hezkirî yên Fransa ye.
Attal îro cara yekê ser derenceyên Qesira Élysee wek serokwezîr daxuyanîya xwe ya yekê da.
Wî got ku ewê girîngî bide afirandina pirtir karan, hêsankirina karsazîyan, berfirehkirina aborîyê û polîtîkayên bo ciwanan.
Li gor gelek şirovekaran, Serok Emmanuel Macron bi erkdarkirina Attal dixwaze ku berîya hilbijartinên Parlementoya Ewrupî (PE) ya di Hezîranê de, dengên partîya xwe zêde bike.
Şirovekar dibêjin ku Macron piştî salek ji xwepêşendan û rexneyên çepgir û rastgir bi serokwezîrîya Attal hewil dide ku hikûmeta xwe nû bike û di hilbijartinan de bi stratejîyeke nû tevbigere.
Serokwezîra berê Élisabeth Borne piştî krîza ser qanûneke nû ya koçberîyê, roja Duşemê karvekişîna xwe ragihandibû.
Rexnegir dibêjin ku Borne di qanûnekê di gelek tawîz dane rastgirên tund ku di nav de kanîna hikûmetê ya dersînorkirina biyanîyan berfireh jî heye.
Jêder: Reuters