Artêşa Tirk roja Pêncşemê ji danê sibê ve êrîşî herêmên bakurê rojhilata Sûrîyê dike.
Li Herêma Cizîrê gelek dever li Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Til Temir û Tirbêspî bi dronan hatin bombebaran kirin.
Li gor daxuyanîya Hêzên Asayîşê, di van êrîşan de 6 endamên wan jîyana xwe ji dest dane, herwiha hejmarek sivîl jî birîndar bûne.
Di van êrîşan de herwiha binesazîya aborî bûye armanc, ku çend stasyonên elketrîkê û bîrên pertolê hatine bombebaran kirin.
Ahîn Swêd, Cîgira Hevseroktîya Rêvebirîya Xweser ya Herêma Cizîrê, encama zararên çêbûne bi Dengê Amerîka re parve kir.
“Di encama bombebaranê de 3 stasyonên elketrîkê li Qamişlo, Hesekê û Amûdê ji kar derketine, loma beşê mezin ji van bajar û gundewarên wan di tarîyê de mane, herwiha 4 stasyonên komkirina petrolê li Tirbêspî bûne armanc. Li alîyê din jî ava Elok ya bajarê Hesekê hatîye qutkirin jiber qutbûna elketrîkê.”
Rêvebirê Kombenda Hevdestî ya Qurbanîyan, Îzedîn Salih jî bawer dike ku armanca Tirkîyê ji van êrîşên li ser binesazîyê têkbirina aborîya herêmê ye.
Salih bi bîr xist ku pirtir ji 5 mîlyon kes li herêmê dijîn ji wan mîlyonek derbider in, ku encamên van êrîşan li ser jîyana rûniştvanan dê giran be.
“Êrîşa li ser binesazîyê pirsgirêkên jîyanî kûrtir dike û givaşê li rûniştvanan dike da ku neçarî koçberîyê bibin, wateya vê jî berdewamîya guhertina denmografîk e, ku Tirkîye li hermên dagîrkirî weke Efrîn, Serêkanîyê û Girêspî pêk tîne.”
Rêvebirê Hevdestî herwiha dibêje ku armanckirina Tirkîyê ji binesazîya xizmetguzarîyê û deverên sivîl re li dijî qanûna navnetewî ye û divê berpirs werin cezakirin.
Li ser helwesta alîyên navnetewî, Salih dîyar dike ku, “Ji civaka navdewletî tê xwestin ku fişarê li Tirkîyê bike daku pabendî rêkeftinên wê li ser îmze kirine bibe, weke ya sala 2019an ku bi Amerîka û Rûsya re bû, herwiha divê fişar li desthilata Tirkî bê kirin da ku pabendî berpirsî û erka xwe di warê mafên mirov de, bibe.”
Hêjayî gotinê ye ku li herêma Şehba û nahîya Şêrewa ya Efrînê, gundên Zaretê, Sixonekê, Kelûtê, Mezin, Dêrcemal, Kefernaya û Bêlûnîyê herwiha bajarokê Til Rifet bi çekên giran hatin topbaran kirin.
Herwiha xaleke artêşa Sûrî li gundê Meyasê bi dronan hate bombebaran kirin ku di encamê de 2 leşker birîndar bûn û li gundê Şiwarga jî droneke xwekuj ya Tirkî hatiye xistin.
Dîsa, li herêma Kobanê jî êrîşên artêşa Tirk hebûn, li gundê Çelebîyê dronekê motosîklek bombe kir, di encamê de 2 kesan jîyana xwe ji dest dan. Li nahîya Sirînê jî kargehek bûye armanca bombebaranê, bê ku encama zararê were zanîn.
Your browser doesn’t support HTML5