Navenda Giştî ya DEM Partî Êrîşa li Enqerê Şermezar Dike

Dîmenek ji nêzî cîhê êrîşa li navenda Pîşesaziya Fezayê ya Tirkîyê (TUSAS), Enqerê, 23 Cotmen, 2024.

Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) daxuyanîyeke nivîskî êrîşa li navçeya Kahramankazan ya Enqerê şermezar kir, ku 4 kes hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

“ Em ji ber vê êrîşê gelek xemgîn in û êşê parve dikin. Em ji kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re rehma Xwedê, ji malbatên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin,“ DEM Partî got.


DEM Partîyê bal kişand ser dema êrîşê û wek “watedar“ bi nav kir.

“ Di demekê de ku civakên Tirkîyê behsa çareserîyê dike dike û egera dîyalogê derdikeve holê, pêkhatina êrîşeke bi vî rengî watedar dibînin,“ wê got.

DEM Partîyê herwiha girîngîya aştiyê destnîşan kir.

“Divê em ji her demê zêdetir xwedî li îdiaya atiyê derkevin da ku ev bûyerên bi êş careke din neqewimin.
“Em ji kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re rehma Xwedê, ji malbatên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin,“wê got.

Êrîşa kujer, îro saet 15:30’an dijî kargeheke Pîşesaziya Esmanî ya Tirkîyê (TUSAŞ) pêk hat, Li navçeya Kahramankazan ya ku 30 kîlometre dûrê paytext Enqerê ye.

Wezîrê navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya êrîş wek êrîşek terorê bi nav kir û got ku 2 çekdarên- yek jin, yek mêr ku êrîş kirine ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Wî got ku lêkolîna jibo dîyarkirna nasnameyên 2 çekdarên kuştî didome.

Sedem û berpirsên êrîşê hîn ne dîyar in û heta niha ti komê berpirsyarîya êrîşê negirtiye ser xwe.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç got ku di derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

TUSAŞ yek ji girîngtirîn kompanîyên berevanîyê û esmanî yên Tirkîyê ye û zêdetirî 10 hezar karmendên wê hene.

Jêder: Navenda DEM Partî