Danûstandinên bo Aştîya Yemenê Hatin Taloq Kirin

Serhildayên Husî

Nûnerê Taybet yê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffitsh dîyar kir ku danûstandinên aştîyê yên bo bidawîkirina şerê navxweyî dê di dawîya 2018’an de li dar kevin.

Di meha Îlonê de hevdîtinên aştîyê bi ser neketibûn û Griffiths dabû zanîn ku ew hêvî dikin ku her du alîyên cengê heta dawîya meha Mijdarê bicivînin.

Lê ajansê navneteweyî radigihînin ku li hin herêmên Yemenê pevçûn jinûve gur bûne.

Hêzên hikûmetê yên bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, bo bajarê Hudeyda ji destê serhildayên Husî ya bi piştgirîya Îranê bi temamî bistînin operasyonan didomînin.

Li gor daneyên NY’ê di şerê navxweyî yê Yemenê de heta niha pirtirê 28,000 kes hatine kuştin û ji van 10,000 sîvîl di bombebaranan de jîyana xwe ji dest dane.