Hevdîtina bo Aştîya Afganistanê Hat Taloq Kirin

Gera yekê ya hevdîtinên aştîyê yên di navbera hikûmeta Afgan û Talîbanê de hat taloq kirin.

Karbidestekî Qatarê, ku ew welat piştgirîyê dide hevdîtinên aştîyê, biryara taloqkirinê ji Twitterê ragihand.

Li gor tweetê, hikûmeta Afgan û Talîban divê li ser nûnerên bo hevdîtina li Qatarê li hev bikin û bo wê jî hinekî din wext hewce ye.

Bi hevdîtina ku li ber ku îro Înê li dar keta, navbeynkaran dixwest cenga li Afganistanê bi rêka danûstandinê bi dawî bikin.