Opozisyona Sûrî ya Çekar Beşdariya di Danûstendinên Astana de Radigire

Astana - Kazaxistan

Berpirsekî opozisyona Sûrî da xûyakirin ku pêşniyarên Rûsya yên derbarê ragirtina şer û herêmên bi ewle di şêwaza xwe ya niha de nahên qebûlkirin, berpirs herweha dibêje opozisyona çekadr derbarê vê mijarê gelek pirsên wê hene.

Li aliyek din opozisyona Sûrî ya çekdar roja Çarşemê ragihand ku wan biryar daye beşdarî civînên Astana nebin yên ku derbarê pirsgirêkên Sûrîyê de tên encamdan.

Opozisyon dibêje heta ku hikûmeta Sûrî êrîşên xwe liser herêmên li jêr kontrola wan nerawestîne, ew beşdariyê di danûstendinên Astana paytexta Kazaxistanê de nakin.

Ahmed Remezan peyvdarê bi navê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya opzisyona Sûrî got "Şanda me beşdarîya xwe ragirtîye piştî daxûyanîyek weşandî û têde daxwaz kirî heta bombebarana ser herêmên li jêr kontrola wan nehên rawestandin, ew beşdarî civînan nabin".

Wek tê zanîn ev çendîn carin li Astana paytexta Kazaxistanê bi hevkariya Rûsya û Tirkiyê danûstendinên derbarê şer û pirsgirêkên Sûriyê de di navbera şanda hikûmeta Sûrî û opozisyona Sûrî û di nav de opozisyona çekdar hatine encam dan, lê her carê encamên baş ji van civînan dernakevin.