Ev demeke e ku rewşa leşkerî li bakur rojavayê Sûrîyê gur bûye û rojane topbaran û pevçûn di navbera hêzên rejîma Sûrî ji alîyekî ve û Heyat Tehrîr El-Şam (HTŞ) û çekdarên bi ser Tirkîyê ve li alîyê din, diqewimin.
Rojnamevan Egîd Roj dibêje ku liv û tevgera artêşa Sûrî li enîyên Îdlib û gundewarên Helebê zêde bûye û anîna çekên giran û leşkerên zêde didome.
“HTŞ û komên çekdar gefa êrîşa bajarê Helebê dikin. Rejîm jî îdîa dike ku ewê operasyonekê li gundewarên bakurê Helebê pêk bîne loma ew bi topbaran û dronan êrîşî hev dikin,” Roj ku rewşê ji nêz ve dişopîne dibêje.
Şîrovekarê sîyasî Îdris Henan jî bal dikşîne ku ev gurbûna leşkerî ya piştî gera dawî ya civînên Astana çêdibe.
Henan îdia dike ku alîyên Astana li ser hin xalan li hev kirine, lê di rêbaza cîhanênl de hin pirsgirêk hene.
“Lê, alîyên Astana hîn jî nekanîne makanîzmeyên pêkanîna lihevkirinê bi cîh bînin, loma ew dixwazin bi rêbazên leşkerî hin tiştan li hev ferz bikin. Bi dawîbûna civînên Astana qonaxeke nû bi destpê dike û bi gurbûna kiryarên leşkerî li ser erdê tiştekî bi navê herêmên kêmkirina şer namîne”.
Gera dawî ya civîna Astana di 20ê meha borî de pêk hatibû û Rûsya, Tirkîye, Îran û rejîma Sûrî pêvajoya asayîkirina peywendîyên Şam û Enqereyê gotûbêj kiribûn.
Herwiha, mijarên vegera penaberan, şerê terorê û rûbirûbûna projeyên hêzên cudaxwaz, rewşa li Îdlibê û li Bakur-Rojhilta Sûrîyê, di rojava wan de hebûn.
Henan dibêje ku alîyên Astana bi bihaneya cudaxwazîyê û tawanbarkirina Rêvebirîya Xweser dixwazin berjewendîyên xwe li Sûrîyê pêk bînin.
“Ev alî pabendî çareserîya sîyasî li gor biryarên NY nebûne, lê ev yek naçe serî. Loma pêşbînî dikim ku havîneke germ li vê herêmê hebe û guhertinên meydanî çêbin, bi taybetî deverên li ser rêyên bazirganîyê M4 û M5 ve”, Henan got.
Hêjayî gotinê ye ku artêşa Rûsî û ya Sûrî bi beşdarîya hêzên esmanî 2 roj berê dest bi hîndarîyên leşkerî li gundewarên Helebê kirine ku hefteyekê bidomin.
Your browser doesn’t support HTML5