Serokê Sûriyê Serdana Gûta Rojhilat Dike

Tilfizyona fermî ya Sûriyê hin wêne belavkirin ku serdana serokê Sûriyê Beşar el-Esed diyar dikin bo navçeyên nû hatî kontrolkirin li Gûta Rojhilat a nêzîkî Dîmeşqa paytext.

Wêne Esed diyar dikin li ber tankekê û li dora wî komek serbaz di cadeyeka Gûta Rojhilatde, li gor Tilfizyona el-Ixbariye.

Esed li gel serbazan diaxivî. Nehat piştrastkirin ku ew wêne bi rastî li Gûta hatine girtin.

Demekê berê îro, medya Sûriyê got hêzên hikûmetê derbasî bajarokê Seqba bûn li Gûta Rojhilat, ku bajarokê dawî bû hêzên hikûmetê kontrol dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, got niha hêzên hikûmetê bêhtirî 80 ji sedî ji navçeyê kontrol kiriye ku ji sala 2012an ve di bin destê serhildêran de bû.