Serokê Sûrî Esad Kabîneyeke Nû Erkdar Dike

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrî (SANA) îro Duşemê ragihand ku Serokê Sûrîyê Beşar Esad jibo avakirina hikûmeteke nû ya bi serokwezîrîya Mihemed Gazî Celalî fermanek derxist.

Di kabîneya nû de wezîrên derve, darayî û elektrîkê hatine guhertin û şûna rêvebirîya demkî digire ku ji hilbijartinên parlamanî ya Tîrmehê vir ve li ser kar bû.

Di fermana Esad de wezîrê derve yê berê Feysel Mîqdad wek cîgirê serokê Sûrîyê tê erkdar kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Celalî di navbera salên 2014-2016’an de wek wezîrê ragihandinê xebitîbû. Ew, jiber rola wî ya ji tepeserkirina tund ya rejîma Esad ya ser gelê sivîl, ji sala 2014’an vir ve ketiye lîsta toleyan ya Yekîtîya Ewrupî.

Li gor pêzanînên Netewên Yekbûyî, di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, herî hindik 350 hezar kes ji di sala 2011’an ya destpêbûna serhildana dijî desthilata Esad vir ve hatine kuştin.

Jêder: Reuters