Roja Înê 30 Tebaxê Hêzên Ewlekarîya Hindrîn (Asayîş) ragihand ku hêzên wan yên Taybt (HAT) du şaneyên veşartî li gundewarê Hesekê û Çilaxa girtin.
Asyîşê got ku wan şaneyan amadekarîya êrîşên berfireh bo ser bingehên Amerîkî dikirin, û di encama oprasyonê de pîlana şaneyan hat pûçkirin.
Endamê fermandarîya giştî ya Asayîşê efser Elî Hesen bi daxuyanîyek taybet hûrgulî û agahîyên oprasyonê ji Dengê Amerîka re eşkere kir.
"Hêzên wan destdanîn ser bingeha avêtina rûkêtan ya şaneya terorîst,"Hesen got.
Li gorî cûreyên çekan û cihên ku şane lê amadekarîya êrîşê dikirin, Hêzên ewlekarîyê ji Dengê Amerîka re tekez kir ku pîlana wan armancgirtina bingeha Wezîr li Hesekê, û armanc girtina bingeha Xerab Cîr anku Rimêlan li navçeya Dêrikê bû.
Şaneyên Rêjîm û Mîlîşeyên bi ser Îranê de li herêma kurdî aktîv dibin
Asayîşê tenê got ku ew şaneyên girtî terorîstin, bêyî ku nasnameya wan destnîşan bike.
Lê çavdêrên rewşa leşkerî li Sûrîyê tekez dikin ku ev cûre pîlan û çekan yên mîlîşeyên bi ser rêjîma Sûrîyê û Îranê ne.
Rojnamevan Emced Kurdo eşkere kir ku ev pêşhatek metirsîdar e ku şaneyên Îranê bighêjin deverên ku bi aramîya xwe dihatin naskirin.
"Şerê navbera HSD û mîlîşeyên Rêjîma Sûrîyê û Îranê dîyare ku wê sînorê Dêrazorê derbas bike,''Kurdo got.
Îran hewil dide ku li devera kurdî li Sûrîyê xwe bihêz bike
Çavdêrên rewşa leşkerî li Sûrîyê bawer dikin ku girtina şaneyên bi ser Îran û rêjîma Sûrîyê ve li deverên kurdî nîşaneya hewlên Îranê yên berdewam in ji bo bihêzkirina xwe li deverên kurdî li Sûrîyê.
Efserê berê û şîrovekarê rewşa leşkerî li Sûrîyê Ehmed Rehal ji Dengê Amerîka re tekez kir ku Îranê bi rêka şaneyên veşartî û pêkanîna êrîşan armanc dike ku hebûna Amerîka li Sûrîyê û hevkarîya Amerîka li gel HSD asteng bike.
Rehal bal kişand ser ku li çarkoşeyên ewlekarîyê yên rêjîmê li Hesekê û Qamişlo Îran pirr xwe bihêz kir ye, û ji wir dixwaze şaneyên xwe li devera kurdî belav bike.
"Îran derbasî herêmê bûye, çi bi rêka çarkoşeyên ewlekarî yên rejîmê be, çi bi derbasbûna ji sînorê Îraqê be, her wisa bi rêka bikaranîna hin kesayetên eşîrên Ereban be,"Rehal got.
Amarên Êrîşan
Li herêmên kurdên Sûrîyê û Dêrazorê 5 bingehên leşkerî yên serekî yên koalisyona navdewletî li dijî Daişê hene. Lê ew berdewam rastî êrşên mîlîşeyên bi ser Îranê ve tên.
Li gorî amarên Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR), ji Cotmeha sala 2023'an heya 10 vê mehê Tebaxa 2024'an, mîlîşeyên Îranê 135 êrîş li dijî bingehên Kiwalisyonê li Sûrîyê pêkanîne.
Pirranîya wan êrîşan 3 bingehên serekî kirin armanc, 76 êrîş ji wan li dijî bingehên Zevîya Omer û Konîko li navçeya Dêrazorê pêkhatin, ku mîlîşeyan ji rojavayê çemê Firatê ew êrîş bi rêka rokêt û dironan pêkanîn.
Her wisa 20 êrîş li dijî bingeha Xerab Cîr li Rimêlan pêkhatin, ew her 20 êrîş jî bi rêka Diron û rokêtan ji Îraqê dihatin avêtin pêkhatin.
Pêşhata balkêş di Oprasyona Asayîşê de ewe ku mîlîşeyên bi ser Îranê ve hewla pêkanîna êrîşan dijî koaliyonê ji nava deverên kurdî li Sûrîyê pêkbîne, çavdêr vê yekê wek nîşaneyek metersîdar dinerxîn in.
Your browser doesn’t support HTML5