Di Êrîşeke Dronî ya Tirkîyê de 4 Endamên Asayîşê Hatine Kuştin

Rêvebirîya Asayîşê li Qamişlo ragihand ku di êrîşeke dronî ya Tirkîyê ya ser navenda bajarê Qamişlo de 4 endamên wê hatine kuştin, endemekî din jî birîndar bû.

Daxuyanîya Asayîşê got ku dronên Tirkîyê navendeke wan li rojhilata Qamişlo kir armanc.

Asayîşê dîyar kir ku ev êrîşa Tirkîyê di vê demê de hat ku Operasyona Mirovî û Ewlehîyê li Kampa Holê didome.

Endamên Asayîşê yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya Koalisyana Navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka di 27’ê Rêbendanê de li Kampa Holê dest bi operasyoneke dijî DAIŞ’ê kiribû.