Artêşa Îraqê Biryara Domandina Operasyonên Hevbeş yên Dijî DAIŞ’ê Dide

Artêşa Îraqê îro Pêncşemê ragihand ku ew operasyonên dijî DAIŞ’ê yên ligel koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jinûve didomîne, piştî ku karên hevbeş jiber kuştina Qasim Silêmanî hatibûn sekinandin.

“Jibo ku dema mayî ya lihevhatina bi koalîsyona navntewî re bi dawî were û heta ku lihevkirineke nû were danîn, biryar hate dayîn ku operasyonên hevbeş werin domandin...“ daxuyanîya artêş got.

Koalîsyonê di 5’ê Rêbendanê de, piîtî gurbûna alozîya bi Îranê re, biryara cemidandina operasyonên xwe dabû ku leşker û bingehên xwe biparêze.

Parlaman Îraqê jî biryarek derbaz kiribû û ji hikûmetê xwstibû ku dawî li hebûna hêzên bîyanî li nava wî welatî bîne.