Li New Yorkê- bajarê Binghamton, pêşangeha hunermendê kurd Serdar Kesteyî vebû, ji 5/4/2018 ta 6/24/2018 , ku li galîriya Orazio Salati cih girtîye.
Sedar bi 30 kevalên nû beşdarî vê pêşangehê bûye, ku bi rengên akerîlîk (Acrylic) hatine afirandin, û pîvanên cêwaz.
Navê pêşangehê (Bêdengî û Karvedan) e. Li gorî Serdar ev pêşangeh vedenga giyanê mirovan e, hest û bîrokên mirov tîne ziman.
Serdar dibêje:" Min amûrên mûzîka kurdî bikar anîn, bi taybetî "Def", ku bi giyan ve girydayî ye û amûreke resen e di mûzîka kurdî de."
Piraniya mêvanan ji xelkê amerîkî bûn, lê belê Kurd lê amade nebibûn û ji ber wê Serdar gazin ji civata Kurdî li Amerîka kir û got ku, ew bi awayekî bênirx temaşayî hunerê dikin.
Your browser doesn’t support HTML5