Serokwezîrê Ermenistanê Bo Gotûbêja Endamtîya YE Bang li Welatîyan Dike

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan îro Pêncşemê ser têgîhiştina endamtîya Yekîtîya Ewrupa (YE) banga dîyaloga giştî ya berfireh kir, dema ku peywendîyên wê bi Rûsya re xirab dibin.

Paşînyan anî ziman ku egera endambûna YE divê di nav civaka Ermenî de bibe mijareke serekî ya gotûbêjan.

Daxuyanîyên Paşînyan piştî biryara Parlemana Ewrupî ya vê hefteyê hat, ku di navbera YE û Ermenistanê de têkilîyên nêzîktir û xurttir pejirand.

Paşînyan destnîşan kir ku hikûmeta wî xwedî vîna siyasî ye, ku jibo xurtkirina têkilîyên Ermenistanê bi YE re xebatan bidomîne.

Bi şerê berdewam ya Rûsya li Ukrayna, YE di demên dawî de sîyaseta xwe ya berfirehbûne jinûve zindî kiriye. Brukselê piştî dudilbûna bi salan bo daxwazên Ukrayna, Moldova û Gurcistanê pêyvajoya endamtîya fermî ya YE da destpê kirin.

Ji alîyê din ve, peywendîyên Ermenistanê û Rûsya di qonaxeke neyinî de ne. Ermenistan dibêje ku di êrîşa tund ya Azerbeycanê sala borî de, Moskow bêdeng maye û loma jî serwerîya herêma Qarabaxê, ketiye destê Bakûyê.

Piştî windakirina Qarabaxê, karbidestên Ermenî bi rengekî eşkereyî pirtir behsa tevlîbûna YE dikin, dema Erîvan xwe ji Moskowê dûr dixe.

Hefteya borî, Ermenistanê dîyar ku ew êdî ne hewceyî nobedarên sînorî yên Rûsî ye li firokxaneya Erîvanê ye -- ku ji 1992’an ve, li wir bicihkirîne.

Ermenistanê gelek caran nêta xwe ya derketina ji hevpeymanîya ewlehîyê ya CSTO (Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf) ya bi pêşengîya Rûsya dîyar kiriye.

Moskowê do Çarşemê li hember vê gavê hişyarî da Yerîvanê. Berdevka wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova dîyar kir ku ger Ermenistan ji CSTO vekişe wê têkilîyên her du welatan de xera be û peymanên ewlekarî yên Erîvanê têk biçe.

" Wê mekanîzmayên bibandor yên jibo dabînkirina ewlekarîya Ermenistanê bi temamî tune bike, " Zakharova got.

Ermenîstanê di dawiya 2023’an de civîna CSTO boykot ki, ku Paşînyan got ku hevpeymanîyê erkên xwe yên ewlehîyê yên bo Ermenistanê pêk neaniye.

Yerîvan niha jibo garantîyên ewlehiyê yên nû, bi welatên Rojavayî re hevkarîyê dike, bi taybet bi Fransa û Amerîka re.

Bi dehan salan Rûsya navbeynkara sereke ya aloziyên li Qerebaxê bû, lê jiber şerê li dij Ukrayna ev du sale rola wê nediyare.

Di Sibatê de Ermenistan bi fermî tev li Dadgeha (ICC) bû, her çende Moskowê hişyarîya pêngaveke weha dabû wî welatê biçûk yê li Qafqasiyayê.

Li gor biryara ICC ku jibo Putin di Adara 2023 de hat derxistin. niha Ermenistan mecbûr e ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bigire ger ku ew gava xwe bavê ser axa wî welatî.

Jêder: AFP