Ermenistan bi Fermî Dewleta Filîstînî Nas Dike

Avahîya wezareta derve ya Ermenistanê li Yerevanê.

Wezareta Derve ya Ermenistanê îro Înê bi daxuyanîyekê ragihand ku ew bi awayekî fermî dewleta Filîstînîyan nas dike.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Ermenistan ser şerê li Gazayê piştgirîyê dide biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ku demûdest agirbest were ragihandin.

Li gor daxuyanîyê, Ermenistan jibo herêmê piştgirîya çareserîya bi du dewletan dike.

Desthilata Filîstînî, ku li Kenara Rojava xweserîyeke sînordarkirî dimeşîne, ser biryara Ermenistanê razîbûna xwe ragihand.

Wê desthilatê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku biryara Ermenistanê ya ser naskirina dewleta Filîstînî bi kêrî çareserîya bi du dewletan tê û jibo aştî, aramî û ewlekarîyê handanê çêdike.

Îspanya, Îrlanda û Norweç ew welatên Rojavayî ne ku dewleta Filîstînî bi awayekî fermî nas dikin. Di encama vê biryarê de Îsraîlê meha borî balyozên xwe yên li Madrîd, Dublîn û Oslo vekişandibûn.

Jêder: Reuters